Tarkan: We çawa dil girt hûn Heskîfê ji nav bibin?

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û stranbêjê tirk Tarkan derbarê navçeya dîrokî ya Heskîfê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir û têde nerazîbûn li dijî avakirina bendavê li ser wê navçeyê nîşan da û got: “We çawa dil girt hûn Heskîfê ji nav bibin? Bo bendaveke temen wê kurt we çawa bermayiyeke dirokî ya bi hezar salan û mîrateke çandî ji nav bir?”

Hunermend û stranbêjê tirk Tarkan li ser hesaba xwe medya civakî Instagramê dîmenê navçeya dîrokî ya Heskîfê belav kir ku bi avakirina Bendava Ilisu beşeke zêde ya bermayiyên wê yên dîrokî di bin avê de mane.

Ev peyama Tarkan a di derbarê Heskîfê de  di demekê de ye ku Îro Şemiyê 6ê Mijdara 2021an Serokkomarê Tirkiyê serdana wê navçeya dîrokî li parêzgeha Êlihê kir û her li wê parêzgehê derbarê bendava Ilisu de axivî û got: “Ev bendava ku li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin dê bi tesîsên avdanê bereketê li ser axa Êlih, Amed, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê  belav bike.”

Tarkan li ser wê navçeya ku dîroka avakirina wê vedigere bo derdora 12 hezar salan li jêr dîmenê ku belavkiriye karvedan li dijî avakirina Bendava Ilisu li Heskîfê nîşan da û got: “Hêj dilê min dinale. We çawa dil da hûn Heskîfê ji nav bibin? Bo bendaveke temenê wê kurt we çawa bermayiyeke dirokî ya bi hezar salan û mîrateke çandî ji nav bir. Em xwedî li xweza, nirxên çandî û dîroka welatê xwe dirbikevin.”

Bi avakirina bendava Ilisu ku navê weke Veysel Eroglu hatiye guhertin beşeke zêde ya bermayeyên dîrokî yên Heskîfê û 199 gund di bin avê de man.