Nêçîrvan Barzanî: Hewldana terorkirina Mistefa Kazimî kiryareke terorîstî û geşedaneke metirsîdar e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî "hewla terorkirina Mistefa Kazimî" Serokwezîrê Iraqê şermezar dike, weke kiryareke "terorîstî" bi nav dike û dibêje, "geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe hole."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiriye, wiha dibêje: "Ez hewla kuştina serokwezîr Mistefa Kazimî ya têkçûyî protesto û şermezar dikim, ku îro danê sibê bi dronekê li dijî cihê mana wî li Bexdayê pêk hat, û spasiya Xwedê dikim ji bo silametiya wî. Ev kiryara terorîstî geşedaneke metirsîdar e ku ewlehî û aramiya welat dixe metirsiyê û encamên xirab derdixe holê. Ez bang li her kesî dikim ku li ser xwe û aram bin."

Îro di demjimêrên sere sibehê de, bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, ku hewldana terorkirinê biserneketiye û Kazimî silamet e.

Şaneya Emnî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di nîveşeva Şemî li ser Yekşemiyê de hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dan, lê diyar kiriye ku hewldana terorkirinê biserneketiye û "Kazimî silamet e" û ji vê hewla terorê rizgar bûye.

Şaneya Emnî dibêje, hewla terorkirina Serokwezîr bi "droneke bombekirî" bûye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrişa li ser mala xwe û hewldana jibo terorkirina xwe, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: "Ez pirojeya rizgarîxwaziya Iraq û gelê Iraqê bûm û niha jî me, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne."

Kazimî got, "Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me,  ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin."