Li Hacî Omeran mayîn bi kolberekî Rojhilatê Kurdistanê teqiya

07-11-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bilindahiyên navçeya Hacî Omeran a ser bi Hewlêrê ve mayînek bi kolberekî Rojhilatê Kurdistanê ve teqiya û bo çareserkirinê birin nexweşxaneya navçeya Çomanê.

Rêvebirê Tendirustiya Çomanê Ehmed Hesen ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 7ê Mijdara 2020an saet derdora 18:00ê mayînek bi kolberekî Rojhilatê Kurdistanê ve teqiya.

Ehmed Hesen zanîn ku bûyer li zozanên Mêrge Dirêjanê ya ser bi navçeya Hacî Omeran qewimî ye û kesê birîndar bûye xelkê bajarê Pîranşara Rojhilatê ye û navê wî Sabir Xidir e û temenî wî 21 sal e.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê 4 kesên din ligel wî kolberî bûn ku xwestiya bûn ku bi koliyên kelûpelên elektirîkê ji Hacî Omeranê veguhezin bo gundê Zêwkey ê Pîranşarê, lê rêya xwe xelat kirine û li Başûrê Kurdistanê mayin bi wan ve teqiyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst