HPG: Em ji ber bûyera li Çemankê xemgîn in

07-11-2020
RÛDAW
Nîşan HPG Çemankê Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê li ser bûyera li Çemankê daxuyaniyek da û got,  “Hêzên me ti êriş pêk neanîne. Ji ber rûdaneke wiha em xemgîn in.” HPGê berî niha jî piştrast kiribû ku wan “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye li ser bûyera li Çemankê ser bi Amêdiyê ve daxuyaniyek belav kir.

HPG di wê daxuyaniya xwe de amaje bi bûyera roja 4ê mehê dike û red dike ku hêzên wan ti êrişek kiribin û dibêje, “Hêzên me ti êrîş pêk neanîne. Ji du baskan ve bi şêwaza operasyonê ketine nav kampa ku hêzên me lê ne. Rûdan bi vî rengî ye.”

Di encama bûyera li Çemankê pêşmergeyek şehîd bûbû û 2 jî birîndar bûbûn û HPG dibêje, “Ji ber rûdaneke wiha em xemgîn in. Bi daxuyanî û hişyariyên beriya niha ji bo rûdanên wiha pêk neyên me bang kiribû û hişyarî dabû.”

Herwiha HPG bang dike, “ku operasyonên li ser cihên ku kampên me lê ne rawestin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li sînorê bajarokê Çemankê di êrişa PKKê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Ev yek rastî gelek karvedanên navxwe û cîhanî hatibû û jibilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîkayê jî ew êriş bi tundî şermezar kiribû.

Herwiha pêşmergeyekî ku di encama teqandina Hammerekê de birîndar bûbû ji Rûdawê re behsa kiribû û got, piştî teqîna bombeyê bi otomobîla wan ve, PKKê bi nîşangirên xwe teqe li wan kir û diyar kiribû, wan bawer nedikir ku PKK êrîşî wan bike.

Berpirsê Desteya Giştî ya Rêxistina Hêza Pêşmerge, Lîwa Hesen Nûrî jî ji Rûdawê re behsa bûyera li Çemankê û êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge kiribû û gotibû, “li Çemankê piştî teqandina bombeyê bi otomobîlên me ve, hêzên PKKê bi BKC û RPG teqe li me kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa PKKê ya bo ser hêzên Pêşmerge, weke pêşhateyeke metirsîdar bi nav kiribû û derbarê wê êrişê de ragihandibû ku ew pêşhateyeke metirsîdar e, û li dijî jiyan û aramiya xelk û axa Herêma Kurdistanê bûye.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê êrişa bo ser hêzên Pêşmerge “bi dijwarî şermezar” kiribû û weke destdirêjî bo ser Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa bi nav kiribû û ragihandibû: “Em nahêlin asayîşa Herêma Kurdistanê têk biçe.”

Hikûmeta Iraqê jî êrîşa gerîlayên PKKê bo ser hêzên Pêşmerge şermezar kiribû û ew êrîş weke “êrîşa li ser serweriya Iraqê” bi nav kiribû û herwiha û ragihandibû, “em dê tedbîran werbigrin daku sînorek bo wan êrîşan bê danîn.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî têkildarî êrişê di daxuyaniyekê de êrişa PKKê bo ser hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst