Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi hinardekirina petrolê kir

07-11-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Boriya Petrolê Botaş Bagok Cotyar Adil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hinardekirina petrolê bi heman şiyana berê dest pê kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di twîtekê de aşkere kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi heman şiyana berê dest bi hinardekirina petrolê kir.

Roja Çarşemê 28ê Cotmeha 2020ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku boriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin û bûye sedem ku proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê raweste. Herwiha ew êrîş bi dijwarî şermezar kir.

Roja Pêncşemê jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku gerîllayên PKKê boriya petrolê li Bakurê Kurdistanê teqandine.

Medya PKKê daxuyaniya HPGê belav kir û got: “Demjimêr 13:00ê piştî nîvroya roja Çarşemê 28ê Cotmeha 2020ê, gerîlayên PKKê boriya petrolê ya Kompanya Botaşê li navçeya Bagokê ser bi bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê teqandine.” Wek di daxuyaniyê de hatibû gotin; “Di wê çalakiyê de boriya petrolê bi tevahî têk çûye.”

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bo Karûbarê Enerjiyê Bêwar Xinisî roja 31ê Cotmehê ji Rûdawê aşkere kir, “Teqandina boriya petrolê, gefek e li ser hemû xelkê û rojane 10 milyon dolar zerarê dighîne Herêma Kurdistanê, loma hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze di zûtirîn dem de boriyê tamîr bike.”

Li gor dawîn raporta hikûmetê, Herêma Kurdistanê rojane nêzikî 450 hezar bermîl petrolê hinarde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst