Nêzîkî 300 çekdarên DAIŞê li derdora Çiyayê Qereçûxê mane

Mexmûr (Rûdaw) – Hêj nêzîkî çar hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê hene, ji wan zêdetirî 300 çekdar li derdora Çiyayê Qereçûx li nêzîkî Mexmûrê bi cih bûne. Pêşmerge ji bo bersivdana her êrişeke DAIŞê, di amadebaşiyê de ye.

 

Çiyayê Qereçox devereke dijwar e, di vê demsalê de keş û hewa sar e û ji ber mij dîtina mirov kêm bûye. Pêşmerge guh nade hewaya sar û rewşa deverê, bi awayekî berdewam çavê wan li her liv û tevgerekê ye. Wan taktîk û şêwaza êrişên DAIŞê fêm kirine, ku çekdarên wê rêxistinê hewayeke wisa digerin daku êriş bikin.

 

Hêzên Pêşmerge hatine agahdarkirin ku di rewşa amadebaşiyê de bin ji bo bersivdana êrişên DAIŞê.

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Muzefer Cefer dibêje: “Ji îstixbarata me zanyariyên me hene ku dixwazin êrişî me bikin. Rola hikûmeta Iraqê jî gelek lawaz e û li van gundan ti şiyaneke wan tine ye. Deverên xwar ên Çiyayê Qereçûx bi şevan di destê DAIŞê de ne.”

 

Herî kêm 300 çekdarên DAIŞê li derdora Çiyayê Qereçûx xwe kom kirine, hinek ji wan malbat û zarokên wan jî li cem wan in.

 

Zanyariyên Wezareta Pêşmerge heye ku DAIŞ li Iraqê xwe rêk xistiye, herwiha peywendiya navbera hêzên wan ên li Iraq û Sûriyê jî qut nebûye û bihêz bûye.

 

Serokerkanê Hêzên Pêşmerge Ferîq Cemal dibêje ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê û hatina Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo deverên Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr heta diçe devera Şingalê, ti hevahengiya wan bi Artêşa Iraqê û hêzên din ên Heşda Şeibî re nemaye û valahiyeke mezin çêbûye, ew valahî ji aliyê Artêşa Iraqê ve nehatiye kontrolkirin.