Berhem Salih daxwaza hilweşandin an jî guhertina navê Hevpeymaniyê dike

Silêmanî (Rûdaw) - Germbûna di navbera serkirdeyên Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê de, di derbarê mayîn an jî hilweşandina wê partiyê de hêj bi encam nebûye. Damezirînerekî Hevpeymaniyê dibêje: “Beşeke zêde ya ji serkirdeyên nav Hevpeymaniyê li gel hilweşandina wê partiyê ne lê guftûgo berdewam e û ew hîn yekalî nebûye.”

 

Di destpêka hefteya derbasbûyî de, Berhem Salih, piştî dest bi karê serokomariya Iraqê kir, ji aliyê beşeke zêde ya ji berpirsên bilind ên YNKê û rêveberiya Silêmaniyê ve li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê hat pêşwazîkirin. Serokê berê yê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê wan rojên ku li Silêmaniyê ma, li gel serkirdeyên Hevpeymaniyê hevdîtin kir û ji wan xwest ku Hevpeymaniyê hilweşîne û biçine nav YNKê.

 

Endamekî Encûmena Rêvebirin a Hevpeymaniyê, piştrast kir ku Berhem Salih li gel wan rûniştiye û got: “Ew rûniştineke dostane bû, li gor wî baş bû ku Hevpeymanî were hilweşandin lê beşek ji serkirdeyên Hevpeymaniyê soza vê yekê neda. Paşê wî got, her nebe divê hûn bi navekî din berdewam bikin lê kongre biryarê dide ku Hevpeymanî dê were hilweşandina an berdewam bike, ne kek Berhem.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, ku ji berpirsên Hevpeymaniyê bi dest xistine, hilweşandina wê partiyê, ku serokê wan di destpêka temenê wê yê siyasî de ew li cih hiştin û neçû hawara wan, daku bi wê yekê wan bixine nav grûpên rikber ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bûye egereke bihêz lê hinek kes hene rijd û sor in li ser mayîna Hevpeymaniyê bi hinek guherînan.

 

Endamê Desteya Rêveberî ya Hevpeymaniyê Osman Gulpî dibêje: “Li gor hejmareke ji wan kesên ku ji nav YNKê hatine nav Hevpeymaniyê baş e ku ew hilbiweşe lê Hevpeymaniyê biryara berdewamiyê da û bi rijd e li ser lidarxistina kongreya xwe.”

 

Gulpî got: “Piştî biryarên kongreyê dê derkeve ku gelo Hevpeymanî çawa berdewam bike. Gelo wek niha dimîne an bi şêwazekî din xwe birêkxistin dike an jî navê xwe diguherîne. Endamên hevnêrîn ên Hevpeymaniyê biryarê li ser vê yekê didin.”

 

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê fikra Berhem Salih bû, ku ev Hevpeymanî ji ber hêrsbûna wî ya ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û kêmkirina dema karkirina wî ji aliyê baskê destrhilatdar ên nav YNKê ve, bi hevkarî û hemahengiya li gel hejmareke berpirsên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî hatibû avakirin. Di 17ê Îlona 2017a de navê partiya xwe li Komîsyona Bilind a Hilbijartina û Rapirsiyan tomar kir bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê. Di 10ê Mijdara 2017a de li Silêmaniyê bi beşdariya 650 kesan kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist û di 12ê Gulana 2018a de beşdarî hilbijartina Parlamentoya Iraqê bû û 2 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.

 

Li gor zanyariyan, YNK bi rêya Dr. Berhem Salih û endamên YNKê yên çûne nav Hevpeymaniyê li ser hilweşandina Hevpeymaniyê û vegerîna wan endamên YNKê israr dike, lê her yek ji Aram Qadir, Mihemmed Reuf û Sergul Qeredaxî naxwazin biçine binbarê wan daxwazan. Wan ji ber wan guvaşan, biryar da ku di dawiya vê hefteyê de kongre an civîneke neasayî birêve bibin û biryareke yekalî bidin.

 

Niha Aram Qadir, ku yek ji serkirdeyên berê yên Komela Îslamî bû, serpereştiya Hevpeymaniyê dike. Aram Qadir, pêştir ji Rûdawê re ragihandibû, ku Hevpeymaniya wan berdewam dike û kongreyê li dar dixin û karûbarên Hevpeymaniyê rêk dixin, lê berpirsekî Hevpeymaniyê, ku nexwest navê wî were belavkirin, rijda li ser mayîna Hevpeymaniyê ne tiştekî rasteqîn e: “Hevpeymanî dê di paşerojê de çawa çavkaniyên darayî peyda bike, çawa medyayê birêve bibe û çawa peywendiyên xwe li gel partiyên siyasî deynin, bo van hemûyan hêza darayî pêwîst e.” Wî got: “Ji wan 14 kesên ku di Desteya Damezirîner a Hevpeymanê de ne, 11 kes ji YNKê ne û wan jî wiha kiriye ku rijda li ser mayîna Hevpeymaniyê sivik bibe.”

 

Ew berpirsê Hevpeymaniyê çûna Berhem Salih, wek sedema lawazbûna Hevpeymaniyê qebûl dike li gor destpêka damezirandina wê, Hevpeymanî bi piştevanî û piştgirêdana bi hêza siyasî ya wî, li ser mayîn û berdewamiyê bû: “Lê niha eger Hevpeymanî berdewam bike jî, tenê wek projeyeke siyasî ya biçûk dimîne û nikare bibe xwediyê roleke girîng.”