Diyadîn Firat: Tirkiyê girîngiyê dide Erebî lê nade Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Diyadîn Firat ragihand ku hikûmeta Tirkiyê bo koçberên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine bo zimanê Erebî bernameyek amade kirine, lê hikûmet girîngiyê bi ziman Kurdî nade. Herwiha Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya şaxa Amedê Seîd Veroj jî got ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 25 milyon Kurd hene lê zimanê wan hêj qedexe ye.

 

Di demekê de ku bi salan e ji aliyê dewletên tirk, ereb û farsan ve zext li hemberî zimanê Kurdî hene, Saziya Çavdêriya Raya Giştî ya Tirkiyê (KDK) daxwazê dike ku ji ber hebûna koçberên Sûriyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di malperên fermî yên dewletê de beşa zimanê Erebî jî hebe.


Li gor çavdêrên siyasî û pisporan eger heye ku li Tirkiyê ji bo erebên koçberî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûne erebî bibe zimanê duyemîn ê fermi.


Li ser vê mijarê Diyadîn Firat û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya şaxa Amedê Seîd Veroj beşdarî bultena Rûdawê bûn.


Diyadîn Firat wiha got: “Di dema pêvajoya çareseriyê de hinek gav ji bo Kurd hatin avêtin, lê piştre ew helwest hat rawestandin. Lê hikûmet ji bo koçberên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine bernameyên erebî amade dike û herwiha li ser perwerdeya erebî dixebite, lê girîngiyê bi zimanê Kurdan nade.”


Firat bibîr xist ku hikûmeta AK Partiyê li ser navê olê bûye desthilatdar û got: “Ayet dibêjin reng û zimanê we jî ayetên Xwedan e. Heger ziman û rengê mirovan bê înkarkirin, ew wê demê dibin mixalêfê din û wijdanê jî. Bila îtibarê bidin zimanê erebî, çima nadin Kurdan. 50 milyon Kurd vê yekê qebûl nake”


Endamê Kongreya Civaka Demokratîk Firat herwiha tekez kir ku dive Kurd bixwe jî girîngiyê bi zimanê Kurd bidin û li her qada jiyanê bikar bînin.

 

 

Derbarê heman mijarê de Seîd Veroj jî wiha got: “Li Tirkiyê nêzîkî 25 milyon Kurd hene û zimanê Kurdî zêdeyî 100 salan e qedexe ye û ne di dibistanan de tê xwendin û heta ku di demeke nêzîk de li bazaran jî bikaranîna Kurdî qedexe bû û Kurdan tenê karîne di nav mala xwe de bi Kurdî biaxivin.”


Seîd Veroj diyar kir ku kes li dijî zimanê erebî nîne, bila zimanên din jî hebe lêbelê nabe zimanê Kurdî bê qedexekirin.


Veroj got ku ligel fermîbûna zimanê erebî û qedexekirina Kurdî dê Kurdan aciz bike.