Asayîşa Kurdistanê: Rojnamevanê japonî hate radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, ku rojnamevanê japonî Kosuke Tsuneoka ku bi tometa pêwendiyên wî yên ligel DAIŞê hatibû girtin, radestê hikûmeta Japonyayê kirine.

 

Rojê 19ê Mijdara 2016ê rojnamevanekî japonî yê bi navê Kosuke Tsuneoka ku weke Şamil Tsuneoka jî tê naskirin, ji aliyê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve, li nêzîkî çiyayê Zertikê hate girtin.

 

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro (07-11-2016) bi daxuyaniyekî eşkere kir, ku rojnamevanê navborî piştî giftûgoyên ligel hikûmeta Japonyayê radestê vî welatî hatiye kirin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dezgehên Dije Teror ên Kurdistanê ligel tometbar lêkolîn encamp daye û eşker bûye ku bi rêya telefonê pêwendî ligel endamên DAIŞê pêkaniye.”

 

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê herwiha ragihand: “Dezgehên asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê tometên ser welatiyê japonî bi berdewamî ligel desthiladarên Japonyayê di nava danûstandinê de bûne. Roja 7ê Mijdarê jî navborî ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve ber bi Japonyayê hatiye şandin.”

 

Beriya niha, Berdevkê hikûmeta Japonyayê Yoshihide Suga ragihandibû, ku ew ji girtina rojnamevanê japonî agahdar in û niha sedema girtina wî lêdikolin.

 

 

 

 

Kosuke Tsuneoka di sala 1972 jidayik bûye. Weke rojnamevanê Ajansa Freeland çûye Sûriyê û ligel berpirsên DAIŞê wêne girtiye.

 

Rojnamevanê japonî beriya niha jî li Cezayîr, Efganîstan û Çeçenîstanê ligel komên cîhadî di nava pêwendiyan de bûye û derbarê wan de nûçe amade kjirine.

 

Di meha Nîsanê de ji sînorê Tirkiyê ve çûye Sûriyê û ligel berpirsê grûba Cindulşam Ebû Welîd Mûslim hevdîtin kiriye.

 

Li gorî gotina Şamil, ew bi rêya kurê hevaleke xwe çûye Sûriyê ku ew kes jî berpirsekî pilebilind ê vê koma tundrew e.