Ev pêşangeh cara ewil e li Stenbolê tê lidarxistin

07-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbolê (Rûdaw) - Zêdetirî 50 weşanxaneyên erebî li Tirkiyê cara destpêkê di pêşangeha pirtûkên Erebî de gihiştin ba hev. Weşanxaneyên welatên weke Misir, Lubnan, Sûriyê û gelek din pirtûkên edebî, zanyarî û çandî digihînin xwendevanên ereb yên li Tirkiyê, bi taybetî jî li Stenbolê dijîn. Pêşangeha ji hêla saziya Yekitiya Weşangerî û Lêkolînên Erebî ve tê li dar xistin dê heta 15ê Mijdarê vekirîbe.

Li Tirkiyê cara destpêkê pêşangeha pirtûkên erebî hate vekirin. Pêşangeh ji hêla saziya Yekitiya Weşangerî û Lêkolînên Erebî ve bi piştgiriya Yekitiya Nivîskarên Tirkiyê ve li Stenbolê tê lidarxistin.

Ji bo pêşangehê ji gelek welatên erebî 50 weşanxane pirtûkên xwe anîn Stenbolê. Xwendekar dê heta 15ê Mijdarê karibin ji saet 10.00ê  heta 22.00yê li pêşangehê bigerin.

Berpirsê Pêşangehê Said ji Rûdawê re got, ew li Tirkiyê beşdarî pêşangehan dibûn, lê ew dibînin ku li Tirkiyê her diçe hejmara Ereban zêdetir dibe û wiha domand:

“Em dixwazin hem bazirganiyê bikin hem jî çanda erebî belav bikin. Zêdetirî 50 weşanxane beşdar dibin. Di nava wan welatên weke Misr, Lubnan, Sûriyê û hene. Dihate texmîn kirin ku bêhtir pirtûkên olî bên. Lê ne wisa ye. Pirtûkên edebî, zanistî û çandî hene.”

Di çarçoveya bernameya pêşangehê de dê nivîskar û lêkolînerên welatên erebî jî li Stenbolê beşdarî civînan bibin. Pirtûkên tên pêşkêş kirin bêhtir bala xwendekaran û akademisyenan dikişîne. Bi taybetî pêşangehê bala xwendekarên dibistanên îmam xetîbê û yên beşa îlahiyatê kişand.

Xwendekarekê jî wiha got: “Ez Filistînî me. Li Urdunê dijîm. Niha jî li Tirkiyê xwendekara doktorayê me. Li Tirkiyê peyda kirina pirtûkên Erebî gelekî zehmet bûn. Vekirina vê pêşangehê gelekî baş bû. Difikirim ku ez ê gelek pirtûkên pêdiviya min pê heye bibînim.”

Beşdariyekê din jî ya pêşangehê wihat got:

“Ez li ser zimanê Erebî master ê dikim. Ji bu teza xwe binivîsim ez li çavkaniyan digeriyam. Ez çûme heta Urdunê. Lê belê min peyda nekirin. Çend malper hene. Buhayê wan pirtûkan jî gelekî zêde bûn. Li vir gelek pirtûk hene. Kêmasiya vê peşangehê ewe ku ji bilî romanan zêd cî nedaye beşên din yên edebiyatê.”

Heta niha hin weşanxaneyên welatên erebî car caran beşdarî pêşangeha pirtûkan ya Stenbolê dibûn. Dîsa li Tirkiyê jî hin weşanxane hene ku bi zimanê erebî weşangeriyê dikin. Lê cara yekemîn e pêşangehek li dar dikeve ku pirtûkên tên pêşkêşkirin bi giştî bi zimanê Erebî bin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst