Mesrûr Barzanî: Ji dîrokê fêr bibin, PDK naşike

2 demjimêr berê
Mesrûr Barzanî li Zaxoyê axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî li Zaxoyê axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan PDK Zaxo Hilbijartin Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî got, "Ji dîrokê fêr bibin, ji mezinên xwe fêr bibin PDK naşike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di çarçoveya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li Zaxoyê axivî.

Mesrûr Barzanî got, “Em aştî û bihevrejiyanê dixwazin” û da zanîn ku hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn dê paşeroja Herêma Kurdistanê diyar bikin.

“PDK aramiyê dixwaze”

Mesrûr Barzanî li ser daxwaz û armancên PDKyê got:

“PDK aramiyê dixwaze çimkî PDK di wê baweriyê de ye ku gelê me hêjayî jiyaneke aram û aştiyane ye.

Em daxwaza lihevhatinê dikin çimkî li welatê me aştî û lihevhatin çi qasî zêdetir bibin PDK dê ew qasî bi pêş bikeve.

Li her cihê ku PDK lê be avedanî û bipêşketin lê ye. PDK daxwaza pêkvejiyana bi hemû netewe, ol û aliyên siyasî yên cuda re dike.

Em di wê baweriyê de ne ku bi hev re welatê me dê xweştir û bihêztir bibe, gelê me wê bibe xwediyê paşerojeke geştir.

PDK xwediyê gelek destan, bi hezaran şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkekî qehreman e.”

“Ji dîrokê fêr bibin, ji mezinên xwe fêr bibin PDK naşike”

Serokwezîr Barzanî got ku ji bo têkbirina kapasiteye Herêma Kurdistanê gelek hewl hene lê PDKyê rê li ber wan girtiye û berdewam kir:

“Peyama me ji bo hemû aliyên ku hewl da PDKyê bişkînin û ji hemû kesên ku xewna şikandina PDKyê dîtiye re ew e: Yên ku hewl da PDKyê bişikînin, têk çûn. Ji dîrokê fêr bibin, ji mezinên xwe fêr bibin PDK naşike.”

“Hûn nikarin”

Barzanî rexne li kampanya û propagandayên partiyên din girtin û got:

“Eger hûn li sloganên aliyên din binerin, dirûşmên wan cihê bê hêviyê ne, ti kes ji wan behsa pêkvejiyanê, aştî, avedanî û bipêşketinê nake.

Dirûşma wan ev e, ‘Em dê dawiyê li wan bînin, em dê wan rawestînin û têk bibin’ Ew bêhêvîtiyê di nav miletê me de belav dikin.

Peyama me ya ji bo wan ev e: ‘Hûn nikarin.’”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst