Li Şêxanê qeza: Bav û du kur mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Zêlkanê ya qezaya Şêxanê ya Dihokê bavek û du kurên wî di qezayeke trafîkê de mirin.

Nûçegihanê Rûdawê Eyûb Nisrî da zanîn ku ew şêniyên nahiyeya Kelekçiyê ne.

Hat zanîn ku Şêwirmandê Perwerdeyê yê Şêxanê Mamoste Fuad û kurên wî yên bi navên Ehmed û Nêçîrvan mirine.

Di vîdeoyan de xuya dibe ku otomobîlekê û barhilgirekê li hev xistiye.

Her wiha qezayê li nêzîkî gundê Beraziyê yê Zêlkanê rû daye.