Lêgerîna madenê - 'Em nahêlin av û axa me jehrî bikin!'

Amed (Rûdaw) - Xelkê navçeya Pasûrê ya Amedê ev demeke li dijî kompanyayên ku li herêma wan li pey madenan digerin li ser pêya ne.

Xelk dibêje dê nehêlin ku kompanya av û axwa wan bi jehr bikin.

Platforma Parastina Kasorê pêşengiya mitîngê kir û Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, saziyên jîngehparêziyê, xelkê deverê û Hevvserokê Şaredriya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û hevserokên şaredariyên navçeyên Amedê tevlî mitîngê bûn.

Xelk dibêje, eger kanên madenan li devera wan vebin dê jîngeha wan têk biçe û jiyana bi dehan gundan û bi hezaran welatiyan  têkeve bin metirsiyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun dibêje, ava xelkê Pasûrê ji Geliyê Kasorê tê, heger ew dever bibe cihê derxistina madenan dê çanda hezar salî ya deverê were guhertin û xwezaya paqij têk biçe û nêzîkî 25 hezar kes bê av bimînin û ji neçarî koçber bibin.

Sekreterê Giştî yê Jîngeh û Komîsyana Bajêr a Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan daxuyaniya hevpar a palatformê xwend.

Ahmet Înan diyar kir ku heger maden ji herêmê bê derxistin dê metirsî li ser jîngeh û jiyana bi dehan gundan çêbibe.

“Ava 25 hezar kesî ji vî geliyî tê”

Ahmet Înan li ser metirsiya kanên madenê wiha axivî:

“Ava vexwarinê û çandiniyê ya 25 hezar kesî ji vî Geliyê Kasorê tê dabînkirin.

Di yasayê parastina cîhên ku ava vexwarinê de bi eşkereyî hatiye gotin ku li cîhên bi wî rengî lêgerîn û derxistina madenan qedexe ye.”

Di mîtînga protestokirina lêgerîna madenê de ji bilî şêniyên deverê nûnerên rêxistinên jîngehê hevşaredarên Amedê û navçeyan wê û parlementerên bajêr jî tevlî mitîngê bûn.

Dogan Hatun li ser lêgerîna madenê wiha got:

“Ava xelkê Pasûrê ji Geliyê Kasorê tê lê vaye hûn dibînin li pişt me li wir sondajê lê didin.

Heger hûn li vir madenê derxin hûn dê çanda hezar salî ya vir xirab bikin.

Hûn dê vê xwezaya paqij têk bidin. Nêzîkî 25 hezar kes ji ava vir îstîfade dike hûn dê wan koçber bikin.”

“Ti kes nikare xelkê ji koka wî biqetîne”

Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî wiha got:

“Hikûmet, dewlet, sermaye û şîrketan dest dane hevdû û dixwazin damarê rihê vê axê bibirin.

Di rastiyê de tişta ku dixwazin tunekirin e, dixwazin dîroka me, çanda me, paşeroja me û girêdana me ya bi vê axê re tune bikin.

Bila ew baş bizanibin ku koka vê xelkê li vê axê gelekî bi kûr de çûye.

Ti kes nikare vê xelkê ji koka wî biqetîne û biavêje.

Em dê bi ti awayî rê nedin ku ew vî gelî ji koka wî biqetînin û bavêjin.”

Divê were gotin ku 24ê Tîrmehê li dijî lêgerîna madenê ya li zozanên Hesandînê çalakiya protestokirinê hatibû lidarxistin û welatiyan xwestibûn ku kompanyayên madenê dev ji jîngeha wan berdin.

Şêniyê gundê Oxinê Mehmet Aslan diyar dike ku ew xwezaya xwe û ava xwe biparêzin û naxwazin axa ava wan bi jehr bibe.

Li gorî zanyariyan, heta niha li Pasûrê 39 meden û projeyên madenê hene.