RIHA - Mesref zêde ne, pembo erzan e û cotkar jî ne razî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê çinîna pembo ku wekî zêrê spî tê binavkirin dest pê kiriye lê cotkar ji bihayê pembo ne razî ne.

Lê belê cotkar ji bihayê pembo yê li bazarê ne razî ne û dibêjin ew li hemberî xerciyên zêde zerarê dikin.

Lewra xerciyên cotkaran di nav salekê de nêzîkî ji sedî 100 zêde bûne.

Lê li hemberî xerciyên zêde bihayê pembo tenê ji sedî 10 zêde bûye.

Pembo sala par bi 20 lîreyî bû û îsal bi 22 lîreyan e.

"Sal bi sal xwezî bi par"

Endezyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu got, "Sal bi sal xwezî bi par.

Îsal dîsa jî cotkar ji halê xwe bi gazinc in. Em niha li Sirûcê li gundê Til Enterê ne.

Me li vî erdî dest bi çinîna pembo kir lê belê dîsa pembo erzan e.

Cotkar ji vî halî gazinan dikin ji ber ku hemû tişt gelek biha bûn lê tiştê ku wan çandiye tê de zirar dikin.

Wekî mina çala çûyî jî kîloya pembû derdora 20 lîreyî de bû niha bi 22 lîreyan e.

Tenê 2 lîreyan zêde bû, ew jî cotkaran xelas nake ji ber ku mazot gelekî biha bû, her wiha gubre biha bû.

Niha tiştekî din heye, li Sirûcê ji bo donima erdê 2 hezar lîre heqê avê distandin lê belê li Heranê 300 lîreyan distînin.

Navbera Sirûç û Heranê çi heye? Li gorî wan, dibêjin li deşta Sirûcê bi ceryanê av didin lê yê wan kanal heye."

Cotkar dibêjin eger bi vî awayî berdewam bike ew dê dev ji çandina pembo berdin û êdî nikarin cotkariyê bikin.

"Me xelas nake"

Cotkar Seydi Arga jî pirsgirêkên xwe wiha anî ziman:

"Gişt zirar e, gubre biha ye, mazot biha ye û pembo erzan diçe.

Heqê avê 2 hezar lîre ye lê li Heranê 300 lîre ye. Ev me xelas nake."

Cotkar Muslum Cengizer li ser bihabûna mesrefan wiha axivî:

"Mesref pir e, gubre biha ye, derman biha ye, mazot biha ye, her tişt biha ye lê bihayê pembo jî erzan diyar kirine.

Sala çûyî kîloya pembo bi 22 lîreyan bû îsal jî bi 22 lîreyan e.

Sala bê em nikarin bikin, em dê dev ji erd berdin."

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristaniyê ya Tirkiyeyê sala 2023yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 42yê pembo li Rihayê hatiye berhemanîn.

Bihayê pembo li hemû sektoran bandoreke rasterast li aboriya bajêr dike.

Sedeme herî mezin a kêmbûna bihayê pembo jî hawirdeya Tirkiyeyê ya derve ye.

Hawirdeya Tirkiyeyê ya deziyê pembo sala 2022yan ji sedî 31 zêde bû û gihişte milyarek dolar.