Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bû 50 salî

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi minasebata 50 saliya xwe de daxuyaniyek da û got, "Sedemên şer û bêaramiya li Rojhilata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye."

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) 5ê Çiriya Pêşîna 2024a bi minasebeta 50 saliya xwe civîna Meclîsa Partiyê ya asayî pêk anî.

Di civênê de mijarên di rojeva xwe de û pêşhateyên siyasî yên ku li herêm û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên civînê bi raya giştî re parve kir û tê de wiha got:

"Şerê ku salêk berê (7ê Çiriya Pêşina 2023) di navbeyna Hemas û Îsraîlê da qewimî roj bi roj dijwartir dibe û ber bi şerekî herêmî ve bi lez pêş dikeve.

Di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê bi 10 hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest da, bi rêjeyeke mezin cihên niştecîbunê xira bûn, bi sed hezaran Filistînî ji neçarî koç kirin.

"Îran, Rojhilata Navîn ber bi şerekî giştî ve pal dide"

Ev şerê hanê hêdî hêdî ji qalibê şerê Hemas û Îsraîlê derdikeve dibe şerê Îsraîl û Îranê û hêzên tundrew ên bi Îranê ve girêdayî.

Daxwazên Rejîma Îranê yên pawanxwaz û mezhebî yên emperyal Rojhilata Navîn ber bi şerekî giştî ve pal dide.

Partiya me nîgeranê ji dest dana canê kesên sivîl ên vî şerî ye. Partiya me di çarçoveya prensîbên exlaqî de pişgiriya hewlên çareseriyeke di bingeha wekheviyê de ji bo meseleya Filistînê dike.

Partiya me bang li civaka navdewletî dike ku pêşiya siyaseta serkutkirin, şoven û erişkar ya rejima Îranê bigirin ku li navxwe û derve dimeşîne.

"Sedemên şer û bêaramiya li Rojhilata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye"

Guman tê de nîne ku yek ji sedemên bingehîn ên şer û bêaramiya li Rojhilata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye. Neheqiyeke dîrokî ye ku gelê Kurd ji hemî mafên neteweyî bê par hatiye kirin, welatê wan hatiye parçekirin, gelek caran ketiye ber komkujiyan û hatiye qirkirin.

Ev politikayên qirkirin, haşatî û asîmilasyonê li hemberî gelê Kurd têne birêvebirin hem bê aramî û şer dixulqîne, hem jî guhnedan, tunehisabkirina prensîbên aştî û wekheviyê yên gerdûnî ye.

"Lazim e hewlên dagirkirin û êrişa beramberî Herêma Kurd a Suriyeyê bi dawî bibin"

Di vê çarçoveyê da partiya me giringiyê dide zaminkirina destûrî ya deskeftên Kurdên li Suriyeyê bi dest xistî. Lazim e hewlên dagirkirin û êrişa beramberî Herêma Kurd a Suriyeyê bi dawî bibin.

Ji bo parastina deskeftên heyî û pêkanîna rêvebiriyek neteweyî ya rewatiyeke bi hêz, divê hemî aliyên Kurd xudan têgehiştineke bi berspiryarî ya çêkirinê bin.

"Azadiya Rojhilatê Kurdistanê bi hevkarî û tifaqeke berfireh ve mumkîn e"

Politikayên Îranê yên dagirkarî li beramberî wê nerazîbûn û muxalefeteke navneteweyî zêde dike.

Di vê pêvajoya hestyar de yekîtiya neteweyî ya aktoren siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dê bibe faktoreke bihêz a hilweşandina rejimê.

Avakirina demokrasiyê li Îranê, azadiya Rojhilatê Kurdistanê bi hevkarî û tifaqeke berfireh ve mumkîn e.

"Hewlên lawazkirina statûya Kurdistana Federal hilbijartinên Herêma Kurdistanê giringtir dike"

Di nav bayê şerê li Rojhilata Navîn de 20ê Meha Çirîya Pêşîn aa 2024an li Herêma Kurdistana Federal hilbijartinên perlemantoyê dê bêne kirin.

Di wexteke ku Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê kar dike, hewlên ji bo lawazkirina statûya Kurdistana Federal û qutkirina beşê budçeyê, encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê giringtir dike.

"Hilbijartin derfeteke dîrokî ye"

Hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ku dê bêne kirin, ji bo hikûmeteke bihêz û avakirina deshilateke merkezî derfeteke dîrokî ye.

Partiya me baweriyeke xurt bi hindê heye ku hilbijartinên li Herêma Kurdistanê wê di rewşeke demokratik û aştiyane de, bi awayekî şehyana demokrasiyê de pêk bên.

Hilbijartinên ku di rewşeke demokratik, azad û aştiyane da pêk bên, hem dê rewatiya parlametoyê pêk tê zêdetir dike, hem jî derfetê ji bo derketina îradeya azad a gel desteber dike.

Parlamentoya Kurdistanê ku bi îradeya bihêz a ji hemî pêkhateyên kêmnetewe û olî  pêk bê, dê baştir serederiyê ligel kêşe û gefên rû bi rû bûyî bike.

Partiya me hêvî dike ku hilbijartinên parlamentoyê yên 20ê Çiriya Pêşîn di keş û hewayeke demokratîk de derbas bibe û em piştrast in ku encamên ku derdikevin dê standardên demokratîk ên Herêma Kurdistana Federal bihêztir bike.

Destûra nû û hebûna Kurdan

Meclîsa Partiya me carek dî binê qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê, xizanî û kûrbûna hilweşîna siyasî û exlaqî  xêz kir.

Meclîsa Partiya me destnîşan kir ku ev qeyranên piralî di bingehê de ji ber şopandina politikayên şer û haşatiyê di meseleya Kurd de ne.

Rêya çareseriya wê jî di çêkirina destûreke ku hebûna gelê Kurd û mafên neteweyî bi xwe ve digire de ye.

Meclîsa Partiya me di vê çarçoveyê da gengeşeyên li dor destûreke nû ji nêzîk ve dişopîne û pêdivî dibîne ku aliyê Kurd mudaxaleyê vê pêvajoyê bike.

Ji derveyî niyeta deshilatê ya destûra nû, lazim e aliyên Kurd helwesteke hevpar pêş ve bibin, ji bo bicihkirina daxwazên gelê Kurd ên neteweyî destpêşxeriyê pêş bêxin.

Ji bo daxwazên neteweyî yên gelê Kurd bêne rojevê, ev daxwaz bibin malê raya giştî û di vê babetê da piştevanî peyda bibe gengeşiyên destûra nû weke derfet bikar bînin.

Di heman wext da ev sal 50 saliya avabûna PSKyê ye. Têkoşîna PSKyê ya 50 salî ji bo azadiya gelê Kurd, bi rûmet e, pîroz e, bi rêz e.

Hezar silav ji bo wan lehengên jin û mêrên ku mil danê, giyanê xwe feda kirine. Bi heman kelecan, heman hêvî, cesareta mezin û baweriya bêhempa têkoşîna me ya berheq berdewam dike.

Meclîsa Partiya me ji bo salvegera damezrandina 50 saliya PSKyê pîroz bike, fedekarî, tecrube û têkoşîna nîv qirnî di hiş û bîran da bihêle li Kurdistan, Tirkiye û Ewrupayê rêze çalaki û şahî amade kirine.

Em piştrastin ku em dê van çalakiyan bi gelê me re bi awayekî girseyî, coş pêk bînin

Gelê Kurd xewna xwe ya azadiyê bi têkoşîna 50 salan a bi rûmet kiriye hêzeke civakî. Amanca li pêşiya me hizira azadiyê bi azadiya Kurdistanê tacîdar bikin."