Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên sê gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Şoreş Semsûr, Rizgar Nûhat û Newal Rûbar Çiriya Pêşîn a 2019an li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her sê gerîlayan bi vî rengî ne:
Şoreş Semsûr: Navê wê yê fermî Devrîm Çoban e û ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye.
Rizgar Nûhat: Navê wî yê fermî Haluk Baş e û ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.
Newal Rûbar: Navê wê yê fermî Gulistan Şems e û ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye.
HPGyê da zanîn ku Şoreş Semsûr û Newal Rûbar 7ê Çiriya Pêşîn a 2019 û Rizgar Nûhat jî 8ê Çiriya Pêşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.
HPGyê her wiha destnîşan kir ku Şoreş Semsûr 2015an, Rizgar Nûhat 2012an û Newal Rûbar jî sala 2013an tev li refên gerîlayan bûye.