Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

28 xulek berê
RÛDAW
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên sê gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Şoreş Semsûr, Rizgar Nûhat û Newal Rûbar Çiriya Pêşîn a 2019an li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Şoreş Semsûr: Navê wê yê fermî Devrîm Çoban e û ji Semsûra Bakurê Kurdistanê ye.

Rizgar Nûhat: Navê wî yê fermî Haluk Baş e û ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.

Newal Rûbar: Navê wê yê fermî Gulistan Şems e û ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Şoreş Semsûr  û Newal Rûbar 7ê Çiriya Pêşîn a 2019 û Rizgar Nûhat jî 8ê Çiriya Pêşîn a 2019an canê xwe ji dest daye.

HPGyê her wiha destnîşan kir ku Şoreş Semsûr 2015an, Rizgar Nûhat 2012an û Newal Rûbar jî sala 2013an tev li refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst