DÊREZOR- 18 kes bi tohmeta belavkirina madeyên hişbir hatin girtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Dêrezror Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Bazirganên Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rdûaw) – Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li çend gund û bajarokên Dêrezorê 18 kes desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê di çarçoveya wan operasyonan de 2 kes jî jin 18 kes hatin desteserkirin.

Her wiha Asayîşê dest daniye ser mîqdareke madeyên hişbir û çek û narincokan.

Asayîşê diyar kiriye ku piştî lêpirsînan tohmetbar sewqî dadgehê hatine kirin.

Asayîşê amaje bi wê yekê kir ku ew çek û madeyên hişbir ên hatine desteserkirin wiha ne:

7 hezar û 602 hebên kaptagon.

251.2 gram heşîş.

62 gram krîstal mith.

5 milyon û 800 hezar lîreyên Sûriyeyê.

240 dolarên Amerîkî.

2 klaşinkov.

3 narincok.

13 telefon û amêrên pêwendiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst