Li Rihayê qeza: 6 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîl wergeriya û di encamê de 2 ji wan zarok 6 kes birîndar bûn.
Li navçeya Karakopruyê otomobîla ku Îrfan Dogan dogan li nêzîkê gundê Tilmenê ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de Îrfan Doganê 26 salî, Mahmut Doganê 18 salî, Aslihan Dogana 24 salî, Emîne Dogana 27 salî, Îremgul Dogana 1 salî û Emîr Efe Doganê 4 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê.