Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

07-10-2023
RÛDAW
Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin
Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin
Nîşan Kampa Mexmûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke Tirkiyeyê, Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê ya li qezaya Mexmûrê bombebaran kir.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal ragihand ku Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin.

Li gorî agahiyên berdest, Kampa Mexmûrê ku di bin di kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye, ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên kampê bombe li hewşa mizgefta semta duyem ketiye û zerer li avahiyên derdora mizgeftê bûye.

Hat gotin ku di encama êrişê de zarokek û dayîka xwe jî birîndar bûne.

Herwiha agir bi mizgetê ketiye.

Rêveberiya Kampa Mexmûrê hêj derbarê êrîşê û zirarên wê de daxuyanî nedaye.

Herwiha ti aliyeke fermî yê hikûmeta Îraqê jî ku kampa Mexmûrê li sînorê di bin kontrola wan de ye, hîn jî derbarê êrîşa îro ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst