Tirkiyeyê Girê Miştenûrê bombebaran kir: ‘Firokeya cengê bû, ne dron’

Hewlêr (Rûdaw) - Girê Miştenûrê yê bajarê Kobaniyê hat bombebarankirin ku li gorî zanyariyên Rûdawê ji wir wergirtine, Tirkiyeyê balafirên şer di êrişê de bikar aniye.

Şeva înê ya li ser şemiyê, ne tenê Kobanî hin navçeyên din jî ketibûn ber êrişên balafirên Tirkiyeyê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li herêma Dêrikê balafirên şer, embareke avê ya di navbera gundên Xana Serê û Mêrga Mîrayê de bombebaran kirine.

Li Amûdê jî, balafirên Tirkiyeyê pêgeheke nêzîkî sayloya genim a li rojhilatê bajêr bombebaran kirine.

Li Kobaniyê balafirên şer ên Tirkiyeyê Girê Miştenûrê, rojavayê rêya Kobanî-Helebê û pêgeheke din bombebaran kirine.

Dr. Îzedîn Temo, şahidê êrişa ser Miştenûrê bû, wî ji Rûdawê re behsa kêliyên pey êrişê re û bandora wê ya li ser sivîlan kir.

Hejmarek serbazên Tirkiyeyê hatine kuştin û birîndarkirin

Welatî Dr. Îzedîn Temo li ser êrişê anî ziman:

“Ew firokeyê cengî bû, ne dron bû û dema ku lêxist milet gelekî şepirze bû lê em li ber zarokan ketin.”

Li gorî daxuyaniyeke Encûmena Leşkerî ya Minbicê, topxaneya Tirkiyeyê xalên rûbirûbûnê li gundewarên Minbicê bi tundî topbaran kirine.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku hêzên wan çend operasyonên bersivdanê li bakurê Eyn Îsa û başûrê Serê Kaniyê pêk anîne.

HSDyê diyar kir ku wan binkeyên hêzên Tirkiyeyê kirine armanc û hejmarek serbazên Tirkiyeyê hatine kuştin û birîndarkirin.