Galeriya wêneyan

07-10-2022
26 Photos
Abdulselam Akinci

Li gundê Kîwexê yê ser bi navçeya Hezex a Şirnexê, îsal Kurdên Êzidî yên wê deverê Cejna Cemayê bi merasîmeke mezin, pîroz kirin.

Di merasîma dînî ya taybet de gelek çalakiyên girîng ên baweriya Kurdên Êzidî hatin kirin.

Di pîrozkirina Cejna Cemayê de Êzidiyan ji bo ku daxwaz û miradên werine cih paçik bi darên pîroz ve girêdan.

Her wiha ji derveyî welêt jî gelek kes ji bo beşdariya merasîma cejnê li gundê Kîwexê amade bûn.