Şanda Almanî 12 kesên malbatên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Almanî bi serokatiya rêveberê karûbarên yasayî li wezareta derve ya Almanya serdana Rojavayê Kurdistanê kir û 12 kes ji jin û zarokên malbatên DAIŞê yên Almanî ku di kampa Roj de bûn, ji Rêveberiya Xweser wergirtin. Heta niha 76 zarok û 26 jin ji kampên Rêveberiya Xweser ji bo Almanya hatine vegerandin.

Wezareta Derve ya Almanyayê ragihandiye, şanda wan roja Çarşembê bi şev 4 jin, ciwanek û 7 zarok vegerandine Almanyayê.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihandiye ew kar li ser vegerandina hejmarek kesên din jî dikin.

Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kiriye ku hevdem ligel gihiştina wan jin û zarokan bo Almanya, hejmarek ji wan jinan dê li ser kiryarên xwe bêne dadgehkirin.

Şandeke Almanî bi serokatiya Kurt Stockell Stillfried, Rêveberê Karûbarên Yasayî û Konsulî li Wezareta Derve ya Almanyayê, ji Rêveberiya Xweser re tekez kir ku welatê wî dê pabendî erkê vegerandina welatiyên xwe yên di kampên Rojavayê Kurdistanê de be.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Giêt dibêje, ew karê Almanyayê cihê rêzgritinê ye û ew bi hêvî ne ku Almanya ji bo vegerandina welatiyên xwe yên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê mane lezê bike.

Fener Giêt di merasima radestkirina wan jin û zarokan de ragihand, “Ev ne yekem car e canbê balyoz serdana navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û RojhilatêSûriyê dike, helbet wî çend caran serdana wan navçeyan kiribû. Cenabê balyoz bi erkekî mirovî radibe, ji bo vegerandina hinek jin û zarokên hilgirên regeznameya Almanî, ev yek jî, li cem me, cihê rêzgirtinê ye. Em hêvî dikin hikûmeta almanî lezê di vê dosyeyê de bike, ji ber ku ev dosye aloz e û di heman demê de jî metirsîdar e û Rêveberiya Xweser bi tena xwe nikare kar di vê dosyeyê de bike. Em xêrhatinê bi cenabê balyoz dikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha ragihandiye, heta niha 76 zarok û 26 jin ji Sûriyê bo Almanyayê hatine vegerandin.

Li Kampa Roj a li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê jî, 727 malbat hene ku hejmara wan 2 hezar û 310 kes in, di nav wan de 1 hezar û 582 zarok hene û malbatên DAIŞê ne.

Ji sala 2019an ve mijara vegerandina jin û zarokên DAIŞê cihê danûstandina Rêveberiya Xweser e ligel derdora 60 welatên cîhanê bûye, ku heta niha piraniya wan welatiyên xwe wernegirtine.