Hêzên Tirkiyê 7 gund li gundewarê Hesekê topbaran kirin

07-10-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojava Heseke Zirgan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve 7 gundên ser bi bajarokê Zirganê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 6ê Cotmehê hêzên Tirkiyê û komên çekdar gundên Um Hermele, el-Bûbî, el-Esediye, el-Nuweyhat, Xirbet Şiîr, Til el-Werd û Dada Ebdal ên navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Heseke bi giranî topbaran kirine.

Heman çavkaniyan dane xuyakirin ku zêdeyî 100 gulleyên topan li wan heft gundên Zirganê ketine.

Di encama wê topabrana dijwar de zirarên zêde gihîştin mal û milkên gundiyan û pêleke derbiderbûnê ber bi navçeyên aram ve destpê kir.

Li gor agahiyan, bi sedema topbaranê herwiha zirareke zêde giha aşê Zirganê û avahiya Şaredariyê.

Roja 5ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare û Esediyê topbaran kiribûn, di encam de 2 şervanên HSDê birîndar bibûn.

Topbarana hêzên Tirkiyê bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê rojane berdewam e.

Tevî topbaranan, hin caran êrîşên bi dronan jî li nav axa Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de çê dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst