Tirkiyê teqe li gundê Perex a Zaxoyê kir

07-10-2022
RÛDAW
Tirkiyê teqe li gundê Perex a Zaxoyê kir
Tirkiyê teqe li gundê Perex a Zaxoyê kir
Nîşan Gundê Perex Zaxo Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê teqe li gundê Perex ê ser bi nahyeya Dêrkarê li Zaxoyê kir, nişteciyekî wî gundî dibêje ku ziyanên darayî gihîştine cotkarên gund.

Nişteciyê gundê Perexê Şivan Ebdî vîdeo ji Rûdawê re şandine û ragihand ku îro piştî nîvro hêzên Tirkiyê bi doçkayan teqe li derdora gundê wan kiriye û agir bi navçeyeke li nêzîkî gund ketiye.

Şivan Ebdî li ser ziyanan got ku ji ber agir, rez û bîstanên çend cotkaran şewitîne û ziyan gihîştiye nêzîkî 10 cotkaran, her wiha tirs jî ji bo xelkê gund çêbûye.

Berî çend mehan gundê Perex ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin û 9 geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bû ku ew yek gelek karvedanên navxweyî û derve li pey xwe anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst