Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser yasaya nehîştina maddeyên hişbir pesend kir. Ew yasa ji 72 madeyan pêk tê û di heman roja pesendkirinê de jî, kete warê cîbicîkirinê. Ev yasa wê li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê cîbicî bibe.
Yasa, cezayên zindanîkirina hetahetayî û zindanîkirina demkî dide wan kesan ku serederiyê li gel maddeyên hişber dike. Derxistina vê yasayê di demekê de ye ku di mehên dawî de jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê asayîşa navxwe ya ser bi rêveberiyê ve dest daniye ser rêjeyeke zêde ji madeyên hişbir.
Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja Çarşemê 5ê Cotmeha 2022an, yasaya nehîştina madeyên hişbir pesend kir.
Yasaya berengarbûna madeyên hişbir ji 72 madeyan pêk tê û di heman roja pesendkirinê de jî, ev yasa ket warê cîbicîkirinê.
Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê got, “Armanc ji vê yasayê jinavbirina diyardeya madeyên hişbir e, ku li navçeyên Rêveberiya Xweser belav bûye. Herwiha cezakirina çi kesê ku destê wî di derbaskirin, an bidestxistin an veguhestina madeyên hişbir de heye. Yasaya madeyên hişbir, yasayeke girîng e, ji ber awayê bikaranîna madeyên hişbir ji aliyê kesên peywendîdar ve diyar dike, ji bilî wan kesên ku yasayê rê daye wan, wek dermansaz, pizîşk, dezgeh û kargehên din ên Rêvebiriya Xweser, daku bikaribin van madeyan ji bo armanceke diyarkirî bikar bînin, û cezakirina çi kesê ku van madeyan ji bo armancên din bikar bîne.”
Li gor yasaya berengarbûna madeyên hişbir a Rêveberiya Xweser, ew kesên ji xeynî aliyên peywendîdar bi maddeyên hişbir, eger ev made bikar anîn wê rûbirûyê cezayên giran bibin.
Hevserokê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê anî ziman, “Ev yasa cezayên navbera zindanîkirina herdemî û zindanîkirina demkî dide, herwiha hin cezayên tawanên biçûk jî hene, derbarê serederiya ligel madeyên hişbir. Ev yasa wê li hemû navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê cîbicîkirin.”
Di salên dawî yên şerê navxwe yê Sûriyê bazirganiya bi maddeyên hişbir zêde bû, di mehên dawî de jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê asayîşa navxwe ser bi Rêveberiyê dest danî ser tebabên mezin ji maddeyên hişbir, lewra ev yasa hişyariyê dide û rê li ber vê diyardeya metirsîdar digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse