ŞIRNEX - Xelkê Gundikê Melî careke din kevneşopiya xwe ya 300 salî pêk anî

Şirnex (Rûdaw) – Li Gundikê Melî, xelkê kevneşopiya xwe ya çûna ser goristan ku 300 sal in berdewam dike, piştî 2 salan navberê careke de bicih anîn. Niştecihên Gundikê Melî li gel mêvanên xwe salek piştî rewşa coronayê çûn ser goristanê û ji bilî diakirina ji miriyan re û li wê derê firavîn xwarin û nimêja nivro kirin.

Li bajarokê Gundikê Melî yê ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, xelk, ev 300 sal in li ser keveneşopyeke xwe berdewam in û îsal jî weke salên berê, yekem roja Pêncşema meha Cotmehê , redane mi remohéri y xwe bibîr anîn.

Malbatên ku diçin serdana goristanê hedef bi çêkirina xwarina mêvanan dikin û di vê navberê de beşek ji niştecihên gund ligel seyda, mela û feqeyên gund li ser tirban Kuranê dixwînin û ji bo kesûkarên xwe.

Li ser ziyaretê di zerik û quçxaneyan de xwarin hat çêkirin û piştî nimêja nîvro bi rêzê li ser destan xwarin li ser sifreyeka dirêj hat pêşkêş kirin û hemî kesên ku hatine ser ziyaretê li gel hev firavî.

Ne tenê şêniyên wî bajarakî, xelkê li derveyî wê deverê dijîn jî, bi boneyê wê rojê û herwiha bicihkirina wê kevneşopiya bav û kalan, li wir amade bûn û li ser xizmên ê çûn.

Gundikê Melî 10 kilometrelik dikeve rojhilatê bajarê Şirnexê û nifûsa wê derdora pênc hezar kesan e. Herwiha Hejmareke xelkê ji Gundikê Melî koç kirine û li bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û welatên din ên cîhanê belav bûne.