Asayişa Hewlêrê: Ti HDPyiyek nehatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayişa Hewlêrê ragihand ku ti berpirs an endamekî HDPê nehatiye girtin û ew nûçeyên li ser girtina HDPyiyan belav bûne, “bêbingeh in.”

Ajansên nêzikî PKKê belav kiribûn ku îro, 07/10/2021, karmendên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê Nahîde Ermîş, Hîkmet Hatîp, Rûken Mercan ve Gulcan Alp ji aliyê asayişa Hewlêrê ve hatine girtin.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Asayişa Giştî ya Hewlêrê Tariq Nûrî ji Karwan Faidhi Dri (beşa Îngîlîzî ya Rûdawê) re ragihand ku ew nûçeyên derbarê girtina HDPyiyan de belav bûne, “bêbingeh in û dûr in ji rastiyê.”

Tariq Nûrî tekez kir ku îro ti berpirs an jî endamekî HDPê li Hewlêrê nehatiye girtin.

Li aliyê din Cîgira Hevserokên HDPê ya bo karûbarên derve Feleknas Uca her îro ragihand ku ew berpirs û endamên HDPê yên li Hewlêrê hatibûn, desteserkirin, piştî “peywendiya li gel berpirsên PDK” hatine berdan.

Feleknas Uca di daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanî "desteserkirina endamên HDPê" yên nûnertiya Hewlêrê da û got, “Em vê desteserkirin û helwesta Asayişa Hewlêrê rast nabînin. Em li şûna diyalogê, bikaranîna van kiryarên keyfî û rêbazên emnî rast nabînin.”