Îlham Ehmed: Amerîka li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dimîne

07-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka MSD Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dibêje, Amerîka razî bûye ku li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne û Sûriyê bimîne da ku DAIŞê ji nav bibe, jêrxana aborî ya wan navçeyan vejîne û berdewam bibe li pey gerana çareseriyeke siyasî bo pirisgirêka Sûriyê, ku ev zêdetirî 10 sal bi ser re derbas dibin.

Di rojên borî de şandeke bilind a MSDê û Rêveberiya Xweser bi serokatiya Îlham Ehmed li Washingtonê ligel nûnerên Koşka Spî, Wezareta Derve û Berevaniya Amerîkayê civiya û bi hev re derbarê gefa DAIŞê, mana artêşa Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilta Rêveberiya Xweser de û krîza Sûriyê û çend pirsên din axivîn.

Derbarê naverok û encamên civînan, Îlham Ehmed îro pêncşemê 7-10-2021 ji ajansa Ruters re ragihand, ku Amerîkiyan “soz daye ku her tiştek pêwîst be bo jinavbirina DAIŞê û avakirina bakurê rojhilatê Sûriyê dê bikin.”

Îlham Ehmed amaje bi wê yekê jî da, ku berpirsên Amerîkayê ji şanda wan re gotine, ew ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê “venakişin û berdewam dibin li ser şerê dijî DAIŞê.”

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê herwiah got jî Amerîkî “di serdema Trump de û di dema vekişîna wan ji Efxanistanê helwêsta wan ne zelal bû, lê vê carê her tişt zelal kirin.”

Amerîka di Îlona 2014an de bi rêya bordûmana pêgehên DAIŞê li Kobanî dest bi alîkariya şervanên Kurd kir û piştre hêzên xwe veguhestin Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên din ên Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst