Li Şingalê di nav Kurdên Êzidî de xwekuştin zêde bûye

07-10-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Piraniya kesên xwe dikujin li jêr 20 saliyê ne
Piraniya kesên xwe dikujin li jêr 20 saliyê ne
Nîşan Şingal
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Li gorî dadgeha Şingalê di 3 mehên derbasbûyî de 11 haletên xwekuştinê li Şingalê hatine tomarkirin. Piraniya kesên ku xwe kuştina temenê wan ji 20 saliyê kêmtir e.

Li Şingalê herî dwiyê ciwanekî 19 salî di mala xwe de xwe xeniqand û dayîka wî ciwanî dibêje ku ew 6 meh bûn zewac kiribû ti pirsgirêkên wî nebûn û ew nizanin sedema xwekuştina wî çi ye. 

Beruya du heftyan Îlyas Xelîl ê 19 salî di odeya mala xwe de xwe xeniqand û heya niha jî sedama xwekuştina wî nayê zanîn. Herwiha xwişka wî 21 salî jî di sala 2015an de li malê xwe xeniqandibû.

Dayîka Îlyas Xelîk, Niam Îdo derbarê kurdê xwe de dibêje: “Ew bi dilê xwe berî 6 mehan zewicî bû û ti pirsgirêkên wî nebû. Ew malxweyê mal bû û çi kêmasî nebûn. Min jê re taştê amade kir, li min dît ku xwe daliqandiye.”

Xifşê Xelîl jî dibêje: “Biryar bû sibê saet 05:00 hişyar bibe û here li ser karê xwe. Lê sibê em rabûn me dît wî xwe xeniqandiye. Em nizanin ji ber çi xwe kuştiye.”

Li Şingalê îsal li gor par di nav Kurdên Êzidî de ji sedî 10 xwekuştin zêde bûye. Li gor amarên Dadegeha Şingalê di sê mehên derbasbûyî de 11 bûyerên xwekuştinê li wê navçeya Başûrê Kurdistanê rû dane.

Di heyama salekê de 25 Kurdên Êzidî xwe kuştine û piraniya wan li jêr 20 saliyê bûn. Parêzerekî Dadgeha Şiganê sedemên wan haleta eşkere dike.

Parêzerê Dadgeha Şingalê Dixîl Reşo dibêje: “Rastî gelek sedemên wê hene. Gelek ji wan li jêr 18 saliyê zewacê dikin, nabe zewaca biçûkan were kirin. Bandora torên medyaya civakî jî li ser wan hene.

Li gor amarên Dadgeha Şimgalî ew kesên xwe kuştine ji wan 10 zilam in û 15 keç in û piraniya wan haletên kuştinê li kampên sînorê parêzgeha Duhokê rû didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst