Di ser şehîdkirina Mişel Temo re 9 sal derbas bûn

07-10-2020
Besam Mistefa
Îro salvegera şehîdbûna Mişel Temo ye
Îro salvegera şehîdbûna Mişel Temo ye
Nîşan Mişel Temo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurdê Rojavayê Kurdistanê Mişel Temo, ku bi destê tarî hatibû şehîdkirin, îro salvgera wî ye. Mişel Temo roja 7ê cotmeha 2011an li bajarê Qamişlo hate kuştin. Kuştina wî bandoreke mezin li ser Kurdên Binxetê kir. Gelek nivîskarên Kurd jî bi pênûsa xwe bîranîna şehîdê Kurd Mişel Temo di nivîsên xwe de zindî hiştin.

Siyasetvan û nivîskarê Kurd Mişel Temo roja 7ê cotmeha 2011an hate kuştin. Di wê roja reş de, stêrka wî ya geş ji ezmanê Rojavayê Kurdistanê xuricî û dilê Kurdên Qamişlo û Rojava di nav xemgîniyê de wer bû.

Kuştina Mişel Temo bû rûdaneke bijan di dîroka Kurdên Binxetê de. Lewma jî heke em qala helbestan nekin, bi dehan gotarvan û nivîskarên Kurd ên wî parçeyî bîranîna Temo di gotar û nivîsarên xwe de nemir kirine.

Nivîskarê Kurd Luqman Silêman di bîranîna Mişel Temo de wiha dinivîse û dibêje: “Mişel Temo xwediyê dengê bilind û aza bû. Timî digot em mafê xwe ji kesî naxwazin çimkî em xwediyê welêt in. Mişel pakrewanê peyva rast e. Vî lehengî xwe kir qurban ji gelê xwe re û bû sembolek ji xortan re û di kuştina xwe de jî bû sembolek ji şoreşê re. Wê Mişel Temo bimîne smbolek ji sembolên lehengiyê.”

Çîroknivîsê Kurd Helîm Yûsif jî di gotareke xwe de wisa şehîd Mişel bi bîr tîne û dibêje: “Sal 2011 bû. Roja înê 07î 10an bû. Ji nişkê ve anî bîra me ku mirin jî, azadî jî, herdu nêzîk in û mirov nizane kîjan berî ya din tê. Ew cara dawî bû ku ez Mişel dibînim. Vê carê, min ew didît, lê wî ez nedidîtim.”

Herdu çavên xwe girtibûn, lê çavên milyonên kesan bi niqutandina xwîna wî re vedibûn. Xwîn dilop dilop diket erdê. Pê re jî tirsa kujerên wî zêdetir dibû. Azadî jî li ber derî rawestiyabû, dixwest silavekê li wî mêrxasî bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst