Asayîşa Hewlêrê îtîrafên bikujê malbata Rojavayî belav kirin

07-10-2019
RÛDAW
 Li gor danpêdanên tawanbar, hevjîna Heysem, Swêyle hêj sax bûye ku ew bi keviran kuştiye.
Li gor danpêdanên tawanbar, hevjîna Heysem, Swêyle hêj sax bûye ku ew bi keviran kuştiye.
Nîşan Asayîşa Hewlêrê Malbata Koçber Rojava Pîrreş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Hewlêrê îtîrafên kujerê malbata koçber a ji Rojavayê Kurdistanê li gundekî Hewlêrê, belav kirin. Li gor danpêdanên tawanbar, hevjîna Heysem, Swêyle hêj sax bûye ku ew bi keviran kuştiye.

Asayîşa Hewlêrê îtîrafên kujerê wê malbata ji Rojavayê Kurdistanê belav kirin. Li gor îtîrafên tawanbar, Swalîn a hevjîna Heysem hêj sax bûye ku wî tawanbarî bi keviran kuştiye û paşê jî her sê zarok kuştine.

Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de dibêje lêkolînên derbarê kuştina malbata 5 kesî gihiştine encamê û ew kesê hatiye girtin li tawana xwe mikûr hatiye.

Asayîşa Hewlêrê dibêje, tawanbarê  bi navê ‘Ferîdon Kerîm Remezan’ îtîraf bi wê yekê kiriye ku hemû endamên wê malbata Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê ku li gundê Pîrreş ê ser bi Hewlêrê ve niştecih bûbûn, kuştine û piştre jî termên wan qurbaniyan bicî hiştine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Li gor danpêdanên tawanbar, zêdetir ji du sal e, peywendî û cîrantiya wî li gel ‘Besam Husên Resul’ bi nasnav, ‘Heysem’ hebûye û ev nêzikî mehekê ye jî sarbûnek ketibû navbera wan.

Herwiha hatiye diyarkirin, “Lêbelê êvariya 02.10.2019an tawanbar bi otomobîla xwe, wê malbatê dibe bo gerê, paşê jî nîqaş di navbera kujer Ferîdon û qurbanî Heysem de rû dide. Piştî wê nîqaşê jî tawanbar bi çeka Kilaşnîkof êrişî Heysem dike û dikûje. Paşê tawanbar, hevjîna Heysem a bi navê 'Swêl Mihemed Nezîr' hêj sax bûye  û ew bi keviran kuştiye. Piştre jî her sê zarokên bi navên Husên ê 11 salî, Rojka ya 7 salî û Mihemed ê 5 salî kuştine.

Di daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku hêzên Asayîşa Hewlêrê, tenê rojek piştî bûyerê termên qurbaniyan dîtine û  di heman rojê de tawanbar destgir kiriye û herwiha li gor rêkerên yasayî lêkolîn hatiye encamdane û tawanbar sewqî dadgehê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst