Bahoz Erdal: Berdêla wê her çi be em neçar in vê yekê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji serkirdeyên PKKê Bahoz Erdal ragihand ku wa şer naxwazin lêbelê şer li ser wan tê ferzkirin û diyar kir, “Ji ber wê yekê em neçar in, rumet û mirovahiya xwe biparêzin. Berdêla vê yekê her çi be em neçar in vê yekê bikin.”
Bahoz Erdal, Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HGP) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ji radyoyeke nêzikî PKKê re axivî û ragihand ku Tirkiye dibêje, ‘Me PKKê lawaz kiriye’ lêbelê tevî wê jî bingeha dîplomasiya xwe li ser dijberiya PKKê ava dike.
Bahoz Erdal diyar kiriye ku Tirkiye dêbije, ‘me PKK lawaz kir, bêhêz kir, tenê çend kes mane’ lêbelê tevî wê her roj bi dehan balafiran radike û gotiye, “Madem PKK lawaz bûye, wê demê çima di gotûbêjên li gel Amerîka, Rûsya û Afrîkayê de mijara sereke dibe PKK? Madem PKK lawaz bûye, medya we çima bi şev û roj behsa PKKê dike?”
Wî fermandarê PKKê diyar kiriye ku hinek alî dibêjin, ‘Bila PKK şer rawEstîne, PKKê çima şer da destpêkirin û çima ciwanan dibe çiya?’ û gotiye ku PKK şer naxwaze lê şer li ser tê ferzkirin.
Di dewama gotinên xwe de Erdal diyar kiriye, “Şer li ser me hatiye ferzkirin. Em nikarin ji vê yekê birevin. Em neçar in rumet, heysiyet û mirovahiya xwe biparêzin. Berdêla wê her çi be em neçar in vê yekê bikin.”
Bahoz Erdal herwiha derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Heftanîn û Xakûrkê jî diyar kiriye, “Tirkiye bi wan operasyonan dixwaze Heftanîn û Xakûrkê bi dest bixe û lê bicih bibe. Dixwaze li wan deveran cadeyan çêbike û petrolê derxîne. Li wan deveran petrol, kanza hene. Ev hesabên Tirkiyê hene.”
Bahoz Erdal, derbarê hilbijartinên encûman parêzgeha Kerkûkê jî ragihandiye ku Kerkûk di bin metirsiyê de ye û gotiye, “Kerkûk, bajarekî Kurdistanê ye. Li wê derê ne tenê Kurd, Tirkmen û Ereb jî dijîn. Lêbelê li ser Kerkûkê metirsî heye. Eger hêzên dagirker fersend bibînin, dê hewl bidin weke Efrînê bikin. Dê wan karên ku li Efrînê kirine, hewl bidin li Kerkûkê jî bikin. Dê hewl bidin demografiyê biguherinîn. Metirsiya mezin, dagirkeriya tirk e, Erdogan e.”