Ekrem Hisên: Rûsya û rejîm jî beşek in ji vê planê

07-10-2019
RÛDAW
Nîşan Ekrem Hisên Rojava Kurd Kurdistan Êriş Operasyon Tirkiye Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Ekrem Hisên dibêje, Rûsya û rejîma Sûriyê jî beşek ji wê plana êrişa bo ser rojava û herwiha diyar dike ku tê çaverêkirin Tirkiye, operasyoneke kontrolkirî û demkurt encam bide li Rojavayê Kurdistanê.

Siyametmedar Ekrem Hisên ji Qamşlo beşdarî bultena Rûdawê bû û vekişîna hêzên Amerîkî ji hin deverên sînorî, amadekariyên Tirkiyê yên bo êrişa ser Rojava û helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rewşa xelkê, nirxand.

Ekrem Hisên derbarê êrişeke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de tekeziyê li ser nebûna hevsengiya di navbera hêzan de dike û diyar kir ku HSD ne amade ye ji êrişekê re û got ku HSDê vê êrişê weke encama rekeftineke navdewletî dibîne.

Ew siyasetmedar dibêje, “HSD nikare li hemberî dewleteke weke Tirkiyê ku duyem hêza NATOyê ye û artêşa wê bihêz e, xwedî çekên giran e û balafir hene. Ji ber hindê ez ne di wê baweriyê de me ku HSD bikare xwe li ber êrişeke Tirkiyê rabigire.”

Hisên operasyona bo ser Efrînê bibrî dixe û dibêje, “Li Efrînê jî 58 rojan berxwedaneke dîrokî kirin, lê di dawiyê de bajar ket destê artêşa Tirkiyê. Dibe li rojhilatê Firatê bexwedanek bê kirin, lê ez bawer nakim, heta dawiyê HSD bikare wê êrişê red bike.”

Di dewama gotinên xwe de Hisên amaje bi wê yekê dike ku heta niha hurgûliyên vê rêkeftinê diyar nebûne û dibêje, “Dibe lihevkirinek di navbera Erdogan û Trump de hatibe kirin li ser pêkanîna operasyoneke kontrolkirî û di qonaxeke diyarkirî de.”

Siyasetmedar Hisên dibêje, “Ew operasyon ne vekirî ye di hemû Rojavayê Kurdistanê de, dibe di navbera Serê Kaniyê û Grê Spî de, di wê xakê de operasyoneke kontrolkirî pêk bê û dema wê jî destnîşankirî be.”

Li ser nêrîn û helwesta xelkê jî ew siyasetmedarê Kurd diyar dike ku xelkê Rojavayê Kurdistanê helwesta Amerîkayê şermezar dikin û dibêjin, ‘Amerîkayê em firotin û pêwîst bû Amerîkayê hevpeymaniya xwe parastiba ku tim digotin em dest ji wan bernadin û em wan bernadin.’

Lê diyar bû ku Amerîka berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digire û di dawiyê de berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re nade bi hêzeke weke HSDê, ji ber hindê ew jî çavdêriyê dikin bê ka ev operasyon dê bigihije kîjan qonaxê û di kîjan deverê de bisekine û radigihîn ku xelk nerazî ye ji helwesta Amerîkayê û destwerdana Tirkiyê di Bakurê Sûriyê de.

Ekrem Hisên herwiha li ser helwesta Rûsya û rejîma Sûriyê jî dibêje, ew herdu alî jî beşek ji wê rêkeftinê û diyar dike, “Gumana min ji wê yekê heye ku Rûsya û Sûriye beşek in ji vê operasyonê. Ji ber ku di lûtkeya li Enqerê rêkeftinek çêbû li ser Idlibê di miqabilê vê êrişê. Ev jî fişareke ji Rûsya û rejîmê tê kirin li ser HSDê bo ku vê herêmê radestî wan bike ku yek ji armancên Rûsyayê ye.”

Hisên destnîşan dike ku armanceke din a Rûsyayê jî ew e ku nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de zêdetir bike û dibêje, “Xuyaye ku Amerîkayê ev yek dît û dibe ji ber hindê rê dabe Tirkiyê vê operasyona kontrolkirî li ‘Navçeya Aram’ pêk bîne.”

Ew siyasetmedarê Kurd dibêje, “Tirkiye dixwaze hêdî hêdî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û beşek ji armancên wê girêdayî ne bi hindûrê Tirkiyê ve û beşek jî girêdayî ne bi hebûna HSDê ve li ser sînorê Tirkiyê. Gelek armancên Tirkiyê hene ji vê êrişê.”

Hisên ew êriş dê li wan deverên ku hêzên Amerîkî jê vekişiyane û zêdetirî jî li ser binkeya Til Erqem ku xwedî girîngiyeke stratejîk bû û radigihîne, “Dibe ew êriş gelek teng be û dema wê jî gelek kurt be. Ji ber ku danûstandin dê niha çêbibe û naverasta meha bê Erdogan dê li gel Tramp bicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst