Li Mûşê kûçikên serberedayî 30 mih mirar kirin

Navenda Nûçeyan - Li gundê Tekyola li ser navenda bajarê Mûş yê Bakurê Kurdistanê kûçikên serberedayî ketin nav keriyê pez û 30 mih xeniqandin.

 

Suleyman Durbakê yê bi ajeldariyê debara xwe dike got ku berbanga sibê kûçik ketin nav pezê wî.


Durbak got ku zirara wî mezin e û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku şaredariya Mûşê di vê mijarê de tevdîran hilde. Gelek ajelan serberedayî hene, em dixwazin ku werin berhevkirin. Zirara me mezin e, 30 mih hatin xeniqandin, 10 mih hatin birîndarkirin. 10 mih jî winda ne û em li wan digerin."


Xwediyê pez herwia da zanîn ku wî 10 mih hatin birîndarkirin derman kirine.