Li Lalişê Cejna Cema ya Kurdên Êzdî birêve çû

Laliş (Rûdaw) - Bi hezaran Kurdên Êzdî, Cemaya Şêx Adî li Lalişê pîroz kirin ku cejneke taybet a Kurdên Êzdî ye. Kesên ku serpereştiya cejnê dikin, pêşbînî dikin ku di vê cejnê de zêdetirî 150 hezar kes beşdar bibin. Di cejnê de ji bilî Kurdên Êzdî, hejmareke zêde ya xelkê din jî beşdar bûye.

 

Cejna Cema ya Şêx Adî bi merasîmên olî dest pê kir, yek ji wan merasîman jî ew bû ku berê şebakê hate siwarkirin.

 

Kesayetê Olî Baba Çawîş ji Rûdawê re ragihand ku rê û resmên cejnê di her sê rojê dawî de bêhtir bi berê şebakê û vêxistina çirayê ve girêdayî ye.

 

Civata Rûhanî ya Kurdên Êzdî li hember xelkê beşdarbûyî, çendîn rênuma derxistin.

 

Berpirsê Ragehandinê yê Perestgeha Lalişê Luqman Silêman diyar kir, "kesên ku têne Lalişê bila cilûbergên wan layiqî vê derê be û paijiya Lalişê biparêzin".

 

Kurdên Êzdî yên ji deverên cuda cuda beşdarî Cejna Cema bûn, herwiha deriyê Lalişê li ber hemû ol û neteweyan vekirî ye.

 

Kesayeteke Mesîhî ya bi navê Xatûn Mûsa amaje bi wê yekê kir ku mirov hemû birayên hev in û got: “Ji ber vê yekê em bi taybetî hatine cejna Êzdiyan.”

 

Keçeke Misilman a bi navê Rêjîn Mihemed jî ji bo pîrozkirina Cejna Cema ya Kurdên Êzdî hatiye Lalişê dibêje: “Ez keçeke Misilman im, ez ji Kanada hatime vê derê, min xwest di rojeke wisa de ez di nav Êzdiyan de bim. Li şûna ku ez ji pirtûkan bixwînim, min xwest ez werim bi çavên xwe bibînim.”

 

Qasim Buşar ku Êzdiyekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Ez ji Almanya hatim, ez Êzdiyê Sûrî me. Em hatin ziyareta xwe û Lalişê. Em gelek kêfxweş in ku pêşwaziyekî xweş, rêkûpêkiyeke xweş heye.”

 

Cejna Cema ya Kurdên Êzdî her sal di 6ê Cotmehê de dest pê dike û 7 roj berdewam dibe.