Hêmin Hewramî: Li hemberî ti aliyekî xeta me ya sor tune ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lîsteya PDKê û endamê serkirdayetiya wê partiyê Hêmin Hewramî di derbarê pêkanîna hikumeta paşerojê ya Herêma Kurdistanê de ragihand, li hemberî ti aliyan xeta me ya sor tune ye û deriyên me ji bo guftûgoyên berpirsyarî ji hemû lîsteyên birayên me re vekirîne.

 

Îro roja yekşemê (07-10-2018) Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi amadebûna hejmareke endamên serkirdayetî û polîtburoya siyasî yên PDKê û dost û alîgir û endamên wê û hejmareke berbijêrên serkevtî li parêzgeha Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ahengek saz kir.

 

Di dema ahengê de Serokê Lîsteya PDKê û endamê serkirdayetiya wê partiyê Hêmin Hewramî daxuyaniyek ji Rûdawê re da û got: “Beriya her tiştî serkevtina proseyê ji aliyê ve girîng bû. Bînyadanîna Kurdistaneke bihêz dirûşmeya me bû. Ji ber vê yekê PDK ne mexrûr e, ku ev serkevtina mezin bi dest xistiye.”

 

Hêmin Hewramî got: “Deriyên me vekirîne ji bo guftûgoyeke berpirsyarî li gel hemû lîsteyên birayên me. Guftûgoyê li gel hemû aliyan dikin. Li hemberî ti aliyekî xeta me ya sor tune ye. Ji bo me kêfxweşî ye, em hemû çarçoveyeke stratejiyê deynin, daku em di 4 salên paşerojê de çawa binyada Kurdistaneke bihêz deynin.”

 

Endamê serkirdayetiya PDKê da xuyakirin, ku divê her aliyekî siyasî li gorî para xwe amade be li gel partiyê û milê xwe bide ber wê berpirsyariya hevbeş û got, ger ew gavekê ber bi PDKê werin, PDK du gavan ber bi wan aliyan diçe.

 

Heta niha %95ê dengên hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê hatiye hejmartin û li gor vê rêjeyê PDK bi 44 kursiyan bûye partiya yekem.