Rêveberiya nû li Rojava: 7 herêm bi paytextiya Eyn Îsa

07-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyn Îsa Paytext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Bakur û Rojhlatê Sûriyê,  ku navenda wê li bajarokê Eyn Îsa ye, dest bi karê xwe kiriye û deste û encûmenên girêdayî navenda vê rêveberiyê damezrandine. Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Salih Gedo ji Rûdawê re da xuyakirin, ku di rêveberiya nû de 7 rêveberî li herêmên Kurdî û Erebî hene û ew herêm jî ji Eyn Îsa ya paytext ve tên birêvebirin.

 

Hevserokatiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje, ku rêveberiyên ser bi rêveberiya navendî ya Eyn Îsa, dê di karên xwe de berdewam bin, lê Encûmena Cîbicîkar dê di navbera wan de navbeynkar be û hevahengiyê bike.

 

Hinek partiyên ser bi Rêveberiya Xweser jî dibêjin, ku Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), sîwana siyasî ya vê rêveberiyê ye, ew jî ne encûmeneke Kurdî ye, lê belê encûmeneke niştimanî li ser asta Sûriyê ye û hemû pêkhateyan li xwe digire. Di nav de jî partiyên Kurdî, di ber doza kurdî de kar dikin, weke ku serkirdeyek ji van partiyan dibêje.

 

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî li Sûriyê, Salih Gedo ji Rûdawê re dibêje: “Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ev ne encûmeneke netewî ye, ne encûmeneke Kurdî ye, lê belê ev arasteyeke sûrî û niştimanî ye. Ji me re giring e ku em bikarin herêmên Kurdî bi pêş bixin, em xwedî projeyeke netewî ne û em partiyeke Kurdî ne, li cem me herêmên Kurdî giring in, ev encûmena MSDê weke ku hûn dizanin, arasteyekê sûrî û niştimanî ye, ne arasteyekê Kurdî ye.”

 

16ê Tîrmeha 2018an di kongireya sêyem a MSDê de biryar hate dan, ku awayek ji hevahengiyê di navbera rêveberiyên xweser û şaredarî û encûmenên xwecihî de bê kirin, ji bo vê armancê jî, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate damezrandin û kete kar. Lê li gorî hinek partiyên kurdî, di nav vê rêveberiyê de, ya girîng ji bo wan ew e ku mafên Kurdan bêne parastin, cîbicîkirin û pêkanîn.

 

Salih Gedo  herwiha dide xuyakirin: Ewa ku li Eyn Îsa rû dayî berî 5-6 rojan ew dê îdareya hemû herêman bike, weke ku me bihîstî dê 7 îdare hebin, 4 li herêmên Erebî û 3 jî li herêmên Kurdî, û ew herêm jî dê ji Eyn Îsa ve bihêne îdarekirin, wate Eyn Îsa weke paytexta Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

 

Binkeya nû ya vê rêveberiyê jî wê li jêr parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî be. Hilbijartina Eyn Îsa jî girêdayî pêgeha cografî ya vî bajarokî ye, weke ku serkirdeyên MSDê dibêjin.

 

Roja Çarşemê 3ê Cotmeha 2018an jî 9 desteyên ser bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ragihandin. Hevserokên wan jî hatin hilbijartin. Li gorî zanyariyan heta niha Desteya Berevaniyê û ya Pêwendiyên Derve nehatine damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst