Kosret Resûl bo McGurk: Giring e hêzên Kurdistanî kêşeyên xwe çareser bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî de, Brett McGurk civiya û ragihand, YNK bi giring dibîne ku aliyên siyasî yên Kurdistanî li ser madeya gotûbêjê bicivin û kêşeyên xwe çareser bikin û milmilaniyên hizbî danîn aliyekê.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa rojnamevanî ya Kosre Resûl, îro Yekşembî 7ê Cotmeha 2018 Kosret Resûl Elî pêşwazî li Nûnerê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî de, Brett McGurk û şandeke pê re kir, ku ji Balyozê Amerîka yê li Iraqê Doglus Silliman û Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Stev Vagen pêkhatibû.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê di demeke zû de kirin û bi giring dan zanîn, ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmeta pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan bi welatiyan be û pabendbûna bi destûrê jî bingeha karkirina wê be.


 

Di civînê de Kosret Resûl ji şanda amerîkî re ragihandiye, ku YNK bi giring dibîne ku aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser maseya goftûgoyan bicivin û kêşeyên xwe çareser bikin û dest ji rikeberiyên hizbî berdin.

 

Derbarê mijara hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî, şanda YNKê ya di civînê de ji şanda amerîkî re behsa serinc û têbîniyên xwe yên li ser tevahiya proseya hilbijartinan kiriye û daye xuyakirin, ku ew li benda encamên giliyan dikin û piştî ragihandina encamên fermî YNK dê helwesta xwe li ser tevahiya proseyê ragihîne.


 

Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan bi berfirehî derbarê posta serokomariya Iraqê û hilbijartina serokomarê nû de gotûbêj kirine û hêvî kirine, ku serokomar bikare roleke erênî di çareserkirina kêşe û nakokiyan de bibîne.

 

Herwiha her îro piştî bidawîhatina civîna li gel Serok Mesûd Barzanî, Brett McGurk li bajarê Silêmaniyê li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.


 

Li gorî agahiyan, McGurk û Qubad Talebanî di vê civînê de derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, ku roja 30ê Îlonê hat lidarxistin, û herwiha pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û Kurdistanê de gotûbêj kirine.


 


Berî ku McGurk serdana Silêmaniyê bike û bi rayedarên YNKê re bicive, li Pîrmamê bi serok Mesûd Barzanî re civiyabû û herdu aliyan di vê civînê de derbarê mijarên di rojeva Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj kiribûn.