Eyad Ellawî: Divê dorpêçên li dijî Kurdistanê werin rakirin

07-10-2017
RÛDAW
Mesûd Barzanî, Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî li Silêmaniyê civînek pêk anîn
Mesûd Barzanî, Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî li Silêmaniyê civînek pêk anîn
Nîşan Mesûd Barzanî Eyad Ellawî Usame Nuceyfî Dorpêç Kurdistan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî ragihand, divê dorpêçên ku ji aliyê Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê hatine danîn, werin betalkirin.

 

Îro 7ê Cotmeha 2017an li Silêmaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Cîgirên Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî û Usame Nuceyfî li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên peywendîdar ên navbera Hewlêr û Bexdayê civiyan.

 

Piştî civînê Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî ji Rûdawê re ragihand: “Divê demildest biryarên ku Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê dane, werin betalkirin û dest bi gotûbêjan bikin. Ev mijar jî pirsgirêka Iraqê ye û nabe welatên din destwerdanê bike.”

 

Herwiha Usame Nuceyfî jî destnîşan kir: “Nabe Herêma Kurdistanê were cezakirin û dorpêçkirin. Bi nêrîna me divê hemû pirsgirêkên xetimî bi rêyên diyalogê werin çareserkirin. Pêwîst e ji hev fêmkirin hebe. Divê di çarçoveya Iraqê de pirsgirêk werin çareserkirin.”

 

Nuceyfî ku beriya çend rojan li Tirkiyê bû û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin pêk anîbû, peyama Tirkiyê ya derbarê encamên referandumê gihande Serok Barzanî.

 

Usame Nuceyfî got: “Divê em cîranên xwe jî bidin fêmkirin, ku ev mijar ji bo wan ne mijareke talûke ye. Divê zimanê gefan neyê bikaranîn.”

 

Weke din îro piştî civînê Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, ku amadebûyên civînê li ser 4 xalên li jêr li hev kirine.

 

1 - Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasî yên serekî yên Iraqê de ji bo aramkirina rewşê.

 

2 - Civîn li ser ajendaya vekirî bêne encamdan.

 

3 - Demildest rakirina dorpêçên li ser Herêma Kurdistanê.

 

4 - Destpêkirina civînan di paşerojeke nêzîk de û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst