PYDê guh neda biryara Hikûmeta Sûriyeyê

Heseke (Rûdaw) - Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk ku ser bi PYDê ve ye, 11 dibistan li bajarê Hesekê ji nû ve vekirin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk ku saziyeke ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye, 11 dibistanên ku li ser biryara Rêvebira Perwerdeya Hesekê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê ve hatibûn girtin, ji nû ve vekirin.

 

Li gor agahiyan, rêvebirên 11 dibistanan li bajarê Hesekê, li ser biryara Rêvebira Perwerdeyê li Hesekê Ilham Saroxan, deriyê dibistanan girtibûn.

 

Hat zanîn, ku îro 7ê Cotmehê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokrtîk her 11 dibistan ji nû ve vekirin û xwendekar û mamosteyan dest bi proseya xwandinê di wan dibistanan de kirin.

 

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Xalid Ferhan derbarê wê yekê de ragihandiye, biryara girtina dibistanan li ser destê alîgirên rejîma Beisê û ji zihnyeta şovenîstî hatiye.

 

Ferhan ragihand, ku ew weke mamosta pêgirî wan biryaran nabin û wan dibistan vekirine û dê zarokan fêr bikin, ji ber ku fêrkirin mafê zarokan e.