Avakirina herêma kurdî mijara germ a navbera ENKSê û Îtilafa Sûriyeyê

Stenbul (Rûdaw) – ENKS her çiqas ku di Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê de beşdar e, lê belê heya niha nekariye Îtîlafê razî bike ku mafên kurdan li Rojavayê Kurdistanê nas bike û li dijî pêkanîna herêma kurdî li Rojavayê Kurdistanê dernekeve.

 

Pirsa damezrandina herêmeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê niha mijarege germ a di navbera Hevpeymaniya Nişîtmaniya Dijbereya Sûriyeyê û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de ye.

 

Ligel wê çendê heya niha ENKSê nekariye derbarê avakirina herêmeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê de baweriyê bi Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê bîne, daku ew li dijî pêkanîna herêma kurdî li Rojavayê Kurdistanê di paşerojê de dernekevin.

 

Endameka Komîteya Siyasî ya Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê Suhêr Etasî jî di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Em bi sûriyeyeke azad e ne bo kurd û ereban û armanc û daxwazên me jî dê bi hev re bin.”

 

Suhêr Etasî herwiha got: “Derbarê wê yekê de ENKSê nêrînek cuda heye û nêrîna wan ne wek a me ye.”

 

Etasî wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku sûriye tenê bo ereban an jî bo Kurdan nîne, belku kurd jî beşek ji Sûriyeyê ye bê cudahî di navbera kurd û ereban de. Me bi hev re dest bi şoreşê kir û bi hev re xwepêşandan dest pê kirin, bi dilhêsayî ve em jî di vê baweriyê de ne ku kurd beşek ji Sûriyeyê ne.”

 

ENKSê ji Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê re ragihandiye, ku ew di sûriyeya paşerojê de daxwaza pêkanîna herêmeke kurdî li ser axa Rojavayê Kurdistanê dikin, lê belê heya niha ew xala cihê nakokiyê di nav dijbereya Sûriyeyê de nehatiye yekalîkirin.

 

Ew yek di demekê de ye ku ENKS %15ê pêkhateya Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê pêk tîne û endamek jî di Desteya Siyasî ya wê de heye, herwiha Cîgirê Serokê Îtîlafê jî di desyê wan de ye.

 

Endamê ENKSê yê di Îtîlafê de He was Xelîl Egîd derbarê daxwaza ENKS bo pêkanîna herêmeke kurdî li Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re got: “Peyamna navbera me û Îtîlafê û dijbereya Sûriyeyê de hatiye îmzakirin, yek ji waa xalên ku em jê nerazî ne pirsa sûriyeya paşerojê û avakirina herêma kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.”

 

He was Xelîl Egîd destnîşan kir: “Avabûna herêmek kurdî di hundirê Sûriyeyê ne bi wateya parçebûna Sûriyeyê ye, wek ewa ku bi mixabinî ve hinek heval û alî yên di nav dijbereyê û derveyê dijbereyê de têdigihin.”

 

Piştî pêşveçûnên li deverên rexneyên zêde ji ENKSê tên girtin ku nekariye piştî wan guhertinan dijbereya Sûriyeyê razî bike, bi awayekê aşkere mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nas bike.

 

Berovajiyê wê yekê Îtîlafa Dijbereya Sûriyeyê çend caran kurd bi wê yekê tohmetbar kirine ku hewla guhertina demografiya deverên bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê didin.

 

Piştî ku Rûsyayê jî di nav axa Sûriyeyê de dest bi operasyonên xwe yên leşkerî kir, balansa hêz di navbera hêzên li ser axa Sûriyeyê jî hatiye guhertin.

 

Di demekê ku guhertin bi awayekê bilez li devera Rojhilata Navîn çê dibin, li Rojavayê Kurdistanê jî berê pirsyarê li ENKSê ye û gel dipirse, gelo ENKS dê kengê pêdeçûn bi helwest û siyaseta xwe ya ligel Îtilafa Dijbereya Sûriyeyê de bîne?