Berpirsekî YNKê: Eger YNK bi PDKê re hikûmetê pêk bîne întihar dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê encumena navendî ya YNKê Adil Murad diyar kir ku di nav YNKê de hinek dixwazin bêyî Gorranê digel PDKê hikûmetê pêk bînin û wiha got: “Ev jî tê wateya xwekuştina siyasî.”

Adil Murad di hevpeyvînekê de digel ajansa Anadolu, li ser rewşa YNKê û çawaniya pêkhatina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku encumena navendî raporek li ser sedemên şikestina YNKê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de amade kiriye.

Murad da zanîn, di raporê de hatiye gotin ku yek ji sedemên şikestina YNKê ew e ku piştgiriya dirêjkirina dema serokatiya Barzanî kiriye û hinek endamên polîtburoya YNKê jî wek berpirsiyarê vê şikestê hatiye zanîn. 

Serokê encumena navendî ya YNKê ragihand, di beşek din a raporê de hinek pêşniyar bo pêkanîna reforman di nav YNKê de hatine pêşxistin her wiha daxwaza betalkirin yan jî hemwarkirina rêkeftina stratejîk a navbera PDK û YNKê hatiye kirin.

Biryar bû encumena serokatiya YNKê roja şemiyê (05.10.2013) li ser rewşa YNKê biciviya lê ev civîna bo îro (07.10.2013) hat paşxistin. Li gorî agahiyên Rûdawê, tê gotin ji ber hebûna nêrînên cuda û nakokî li ser hilweşandin yan domandina rêkeftina stratejîk a YNK û PDKê ev civîn hatiye paşxistin. 

Di nav endamên politburo û encumena serokatiya YNKê de du nêrînên cuda bo beşdarîkirina di hikûmetê de heye; hinek dibêjin bila rêkeftina stratejîk digel PDKê bidome û li gorî wê rêkeftinê tevlî hikûmetê bibin, hinek jî berovajî vê yekê hizir dikin û di wê baweriyê de ne rêkeftina navbera PDK û YNKê bûye sedema lawazbûna YNKê. Beşek ji endamên politburo û piraniya endamên encumena serokatiya YNKê li dijî rêkeftinê ne. 

Parlamenterê Kurdistanê û endamê YNKê Goran Azad jî beriya niha ji Rûdawê re gotibû, divê YNK rêkeftina digel PDKê betal bike û kongreya xwe li dar bixe ji ber ku kongre di vê demê de gelekî pêwîst e.

Li gorî Goran Azad, di nav YNKê de hemû dixwazin sekreterk nû ji YNKê were destnîşankirin.