Herêmên Kurdistanî: 'Malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Xaneqîn Şingal Kerkûk Perwerdeya Kurdî Dibistanên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeyên Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê 133 hezar xwendekar li 657 dibistanên Kurdî dixwînin.

Li Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê yên wekî Kerkûk, Xaneqîn û Şingalê 2-3 cûre xwendindin hene.

Li herêmên Kurdistanî sal bi sal hejmara xwendekarên dibistanên Kurdî kêm dibe û malbatên Kurd zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî.

Li hin dibistanan perwerdeya bi Kurdî heye û ew dibistan girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ne û hemû program û budceya wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê dabînkirin.

Li Kerkûkê 100 hezar xwendekar diçin dibistanên Kurdî

Birêvebirê Beşa Xwendinê ya Kerkûkê Kameran Elî li ser rewşa xwendinê ya li Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Kameran Elî li Kerkûkê 555 dibistanên Kurdî 100 hezar xwendekar hene.

Her wiha ji bo berdewambûna perwerdeya Kurdî li Kerkûkê, nêzîkî 9 hezar karmend û mamosta di beşa xwendina Kurdî de hatine erkdarkirin.

“Hinek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî”

Kameran Elî amaje bi hejmara xwendekar û dibistanên Erebî jî kir û wiha got:

"Sala 2003yan me yekem dibistana Kurdî vekir, gelekî asayî ye ku hejmara xwendekarên Erebî ji yên Kurdî zêdetir be.

Gelek xwendekarên di dibistanên Erebî de dixwînin Kurd in. Hinek malbatên Kurd xwendekarên xwe dişînin dibistanên Erebî.”

Li Kerkûkê ji bilî xwendina Erebî û Kurdî xwendina Turkmenî jî heye.

Hejmara xwendekar û dibistanên Turkmenan ji yên Kurd û Ereban kêmtir in.

“Li Şingalê 28 hezar xwendekar diçin dibistanên Kurdî”

Li navçeya Şingalê jî 28 hezar xwendekar diçin dibistanên Kurdî û perwerdeya bi Kurdî û Erebî heye.

Birêvebirê Perwerdeya Şingalê Meyser Hecî ji Rûdawê re eşkere kir ku li Şingalê 28 hezar xwendekarên dibistanên Kurdî hene.

Li Şingalê 70 dibistanên Kurdî hene û hinek dibistan li kampan in.

Li gorî gotina Meyser Hecî sala borî hejmara xwendekarên dibistanên Kurdî ji yên dibistanên Erebî zêdetir bûn lê belê niha ew guheriye û hejmara xwendekarên dibistanên Erebî ji yên Kurdî zêdetir bûye.

Li gorî Meyser Hecî ji ber nebûna desthilata Herêma Kurdistanê li Şingalê, hinek Kurdên herêmê zarokên xwe dişînîn dibistanên Erebî û di dibistanên Erebî de dixwînin.

Li Şingalê 1,650 mamosta û karmend û 1,130 mamostayên waneyan di pêvajoya xwendina Kurdî de cih digirin.

Li Xaneqînê 5 hezar xwendekarên dibistanên Kurdî hene

Xaneqîn jî yek ji navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ye. Xaneqîn ji aliyê îdarî ve girêdayî Diyaleyê ye.

Li qezaya Xaneqînê jî xwendin bi Erebî û Kurdî ye.

Birêvebirê Beşa Perwerdeya Kurdî Hesen Mihemed Talebanî li ser rewşa xwendina Kurdî ya li Xaneqînê wiha got:

"Xwendina Kurdî ya Xaneqînê li gorî perwerdeya Herêma Kurdistanê ye. Îsal jî em xwendekarên pola yekê distînin û perwerdeya Kurdî berdewam dike. “

3.300 mamosta û karmend di Beşa Perwerdaya Xaneqînê de kar dikin.

Li gorî gotina Hesen Mihemed Talebanî li 32 dibistanên Xaneqînê 5 hezar xwendekar li dibistanên Kurdî perwerdeyê distînin.

Biryar e her wekî Herêma Kurdistanê li Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê jî 25ê Îlonê perwerde dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst