Saziya Keşnasiyê hişyariya barana gur da!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Barana Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora hewayê ya 7ê îlonê weşand.

Di raporê de ji bo parêzgehên Gumuşhane, Bayburt, Erzingan, Erzirom, Qers û Erdexanê hişyariya barana gur hat dayîn.

Tê texmînkirin ku di germahiya hewayê da guherîneke berbiçav çênebe û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî normên demsalî bimîne.

Parçeyên bakur û rojhilatê Marmarayê, Rojava û Rojhilatê Deryaya Reş, peravên Deryaya Reş, herêmên bakur ên Bakurê Kurdistanê, derdora Hatay, Mereş, Osmaniye, Çankiri, bakurê Enqereyê û Torosê dê barana gur bibare.

Tê texmînkirin ku hewa li deverên din jî ewravî be.

Tê pêşbînîkirin ku baran li derdora Gumuşhane, Bayburt, Erzingan, Erzirom, Qers û Erdexanê gelekî zêde bibare û divê welatî tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst