Mûşsporê jî formayên xwe bi Kurdî dan nasîn: ‘Çûme Mûşê’

07-09-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Spor Amed Spor Mardîn Spor Batman Petrol Spor Wan Spor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Mûşsporê bi strana gelerî ya “Çûme Mûşê” formayên xwe yên sala nû dan nasîn.

Stran ji aliyê hunermend Erol Berxwedan ve tê gotin.

Bi destpêkirina sala nû ya lîgên futbolê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tîmên futbolê formayên xwe didin nasîn.

Bi rêzê re Amedspor, Batman Petrol Spor, Wanspor, Mardînspor û herî dawî Mûşsporê formayên xwe yên sala nû bi klîpên Kurdî dan nasîn.

Di klîpa danasîna formayên Mûşsporê de strana gelêrî ya "Çûmê Mûşê" û strana "Keça Kurdan" a Şiwan Perwer hatiye bikaranîn.

Di klîpa danasîna Mardînsporê de strana gelêrî ya bi navê “Xipşê” û straneke Erebî hatibû bikaranîn.

Di klîpa Amedsporê de straneke Dengbêj Şakiro hatibû bikaranîn.

Her wiha Vansporê jî di klîpa xwe de cih dabû dengbêjan.

Batman Petrol Sporê jî di klîba xwe xwe de cih dabû strana gelêrî ya bi navê “Batman e Batman e“

Divê were gotin ku klîpên tîmên futbolê yên tîmên Bakurê Kurdistanê di medyaya civakî de rastî eleqeyeke zêde tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst