Li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe rola jinan zêdetir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her ku diçe rola jina zêdetir dibe

Li Rojavayê Kurdistanê rewşa jinan di bin bandora krîza aborî, gefên ewlehiyê û zehmetiyên xizmetguzariyê de ji rewşa giştî ne cuda ye.

Zanyariyên xwecihî ji wan navçeyan diyar dikin ku hîn tundûtîjî û zordestî li dijî jinan têne kirin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser nîşanê bi wê yekê didin ku wan zehmetiyên rewşa jinê li ber çavan girtine, lewma sîstema hevserokatiyê sepandiye ji bo ku roleke guncaw bigihêje jinan.

Alîkara Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Newroz Muslimê got:

"Desteya Jinan yan jinê bigiştî hebûna xwe li vê derê sepandiye, lê ji ber taybetmendiya Desteya Jinan û li gorî sîstema heyî, ango dema em behsa Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê dikin, êdî li vê derê, taybetmendiya Desteya Jinan heye ku ew tenê nûnertiya jinan dike, lewma hevserokatî nîne."

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, bi rêjeya ji sedî 50 jin beşdarî saziyên rêveberiyê de dibin.

Lê bi gotina kesên derveyî Rêveberiya Xweser, bi hezaran jin derfetên damezrandin û kar ji wan re peyda nabin û nikarin jiyaneke xweş û bê zehmetî derbas bikin.

Newroz Muslimê wiha pê de çû, "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên ku jinan heta niha bidest xistine, gelekî mezin in.

Belgeya vê yekê jî ew e ku şoreşa me bûye şoreşeke cîhanî.

Em berê xwe didine hemû wan jinên ku derfet li cem wan nebû, da ji bendên xwe rizgar bibin, li civakên Rojhilata Navîn û li Sûriyê, ku bi hebûna wê karînê li cem wan, bixwebawerî jî li cem wan hebe."

Bi gotina Alîkara Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser ku 21ê Kanûna Paşîna 2014an hate damezrandin, jin li wan navçeyan tevlî siyasî, perwerde, tenduristî û aboriyêdibin.

Herwiha ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve, wan 170 jin perwerde kirine ji bo beşdariyê di hemû waran de bikin.