Şandeyeke aboriyê ya Îraqê hat Hewlêrê

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya aboriyê ya girêdayî Serokwezîriya Îraqê hat Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Şandeya Îraqê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Fuad Husên û bi beşdariya Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê gihîşte Hewlêrê.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, lijneya aboriyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê dê sibê dest bi gotûbêjan bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dê beşdarî civînan bibe.

Mafên destûrî, mafên darayî û budceya Herêma Kurdistanê dê mijarên sereke yên civînan bin.

Di civînan de, çareserkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mijara budceyê dê li gorî destûrê bên gotûbêjkirin.

Civîn dê bi beşdariya Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Mihemed Elî Temîm, Wezîra Darayiyê Teyf Samî, Wezîrê Bazirganiyê Esîr Dawid Selman, Wezîrê Xebat û Karûbarên Civakî Ahmet Casim Sabîr, Sekreterê Giştî yê Serokwezîriyê Hemid Nayim, Serokê Banka Navendî ya Îraqê Elî Alaq û gelek rayedarên din were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst