RIHA - Di dawetê de 2 kes bi guleyan birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê di dawetekê de yek 2 kes bi guleyên hatin berdan birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di daweteke li Bêrecûkê kes an jî kesên nasnameya wan hîn jî ne diyar e gul berdan.

Gule li O.K û M.K ketin û her du jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmîn tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Tîmên tenduristiyê M.Kyê ku rewşa wî xedar e piştî tedawiya ewil veguhast Rihayê.

Tîmên polîsan ji bo girtina kesên gule reşandine, xebat da destpêkirin.