Sînan Çîftyurek: Kurdistan koloniyeke bê statû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek got, "Kurdistan koloniyeke bê statû ye û nikare çavkaniyên xwe bi îradeya xwe bi kar bîne."

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Wanê di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dar dixe.

Sempozyûma ku îro dest pê kir dê 2 rojan berdewam bike.

Herwiha di sempozyûmê de dê gelek mijarên wekî "Polîtîkaya aboriyê ya çandiniyê, di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê", "Divê li dijî van polîtîkayan çi bikin, çawa bikin" , "Di çandinî û xurekê de pêşerojeke çawa" bêne gotûbêjkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek li ser mijar û naveroka sempozyûmê pirsên nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî bersivand.

"Li cîhanê qeyrana çandinî, xwarin û vexwarinê heye"

Sînan Çîftyurek li ser armanca sempozyûmê wiha axivî:

"7 û 8ê Îlonê em li bajarê Wanê yê qedîm Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xwarinê pêk tînin.

Li ser mijara sempozyûmê çima meseleyên çandinî û xwarinê hatin diyarkirin?

Sedema wê ya yekem ji xwe li cîhanê qeyrana çandinî, xwarin û vexwarinê heye.

Ya duyemîn a giring, Mezopotamyaya ku navenda çandiniya şoreşî bû îro di wir de qeyranek heye.

Bi mehan e gundî, cotkar û hilberîne li kolanan ji vir heta Bursayê qêrînên xwe tînin ziman.

Ji bo wê me got em çawa bikin li Kurdistan û seranserê Tirkiyeyê meseleya çandinî û xwarinê bînin ziman. Mijara sereke ev e."

"Kurdistan koloniya bê statû ye"

Sînan Çîftyurek bal kişand ser rewş û çavkaniyên Kurdistanê û wiha pê de çû:

"Kurdistan kolonî ye, koloniya bê statû ye. Ew problema herî mezin e. Nikare çavkaniyên xwe bi îradeya xwe bi kar bîne.

Ji bo wê banga me ev e. Em dibêjin em dewletê rexne dikin û em mafdar in ku dewletê rexne bikin.

Jixwe sed sal e em dewletê rexne dikin lê tiştek çareser nebû.

Em neynikê bidine xwe ka em dikarin çi bikin. Îro nêzikî 70-80 şaredarî di destê DEM Partiyê de ne.

Divê şaredariyên me, rewşenbîrên me û xelk vê pirsê bipirse; Ez dê bi xwe çi bikim?"